07:51 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Sergey Rudskoy

    Rûsya: Artêşa Sûriyeyê ji 3 milan ve ber bi Dêra Zorê ve diçin

    © AP Photo/ Alexander Zemlianichenko
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 34 0 0

    Serokê Şaxa Tevgera Sereke yê Serokê Serfermandariya Artêşa Rûsyayê Sergey Rûdskoy ragihand ku Artêşa Sûriyeyê ji 3 milan ve ber bi Dêra Zorê ve ku di bin dorpêça DAIŞê de ye bi pêşve diçin.

    Rûdskoy civîna çapameniyê li dar xist û destnîşan kir ku, "Hêzên hikûmeta Sûriyeyê bi piştgiriya Hêzên Fezayî-Hewayî ya Rûsyayê ve ji 3 milan ve ber bi Dêra Zorê ve dest bi êrişan kirine."

    Rûdskoy diyar kir ku kelha dawî li axa Sûriyeyê ya terorîstan Dêra Zor û derdorê wê ye û got: "Hêzên terorîst ên man, derbasî wê herêmê bûn. Li gorî haydariyên di desten me de milîtanên li Mûsilê û milîtanên şeru yên DAIŞê ji Reqayê şandin wir. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku Amerîka piştgiriya wan dike, bêtirî 3 mehan in, nikarin ku milîtanên qala wan dikin, kontrol bikin."

    Divê navberî de Rûdskoy destnîşan kir ku rizgarkirina Dêra Zorê k udi bin dorpêçiya DAIŞê de ye, tê wateya têkbirina yekîneyên sereke ya rêxistina terorî.

    ‘HEJMARA SORTIYÊN ROJANE YÊN BALAFIRÊN RÛSÎ DERKETIN 60-70AN'

    Rûdskoy da zanîn ku ji bo îmxakirina terorîstên ku dixwazin ji Dêra Zorê birevin, hejmara sortiyên rojane yên balafirên rûsî derxistine 60-70an.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Bajaroka Sûhnayê bi temamî hat rizgarkirin û rêya êrişên li ser Dêra Zorê vekir
    DAIŞê li Dêra Zorê sivîlan bi zorê dibe şer
    Balafirên koalîsyonê li Dêra Zorê xistin: 18 sivîl hatin kuştin
    DAIŞê êrişî Dêra Zorê kir: 15 sivîl mirin
    Milîsên sûryanî bo beşdarî operasyona li dijî DAIŞê bibin çûn Dêra Zorê
    Etîketan:
    DAIŞ, operasyon, Sergey Rûdskoy, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de