14:54 18 Mijdar 2017
Zindî
    YPG

    Amerîka kerwanek din çekên giran ji YPGê re şandin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 17070

    Amerîkayê di çerçoveya operasyona kontrolkirina Reqayê de çekên giran wesayîtên Hûmmer û zirxî ji HSDê ku YPG pêşengiya wê dike re şandin. Rayedarê HSDê ji Sputnikê re axivî û ragihand ku Amerîka ji wan re çekên giran wesayîtên Hûmmer û zirxî şandine û ji bo şandina şervanan pîqabên Toyota jî şandine.

    Hikmet Durgun

    Li gorî haydariyên ku ji çavkaniyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk hatin wergirtin, şandina alîkariya çekên giran û wesayîtên zirxî ya Amerîkayê bo HSDê dewam dike.

    ‘DI DEMÊN DAWÎ DE BÊTIR ÇEKÊN GIRAN JI ME RE TÊN'

    Rayedarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di derbarê mijarê de ji ajansa Sputnikê re axivî û diyar kir ku çekên giran, wesayîtên Hûmmer û zirxî ku Amerîka ji bo wan şandine, doh gihîştine desten wan û got: "Amerîka di çerçoveya operasyona Reqayê de çekên giran û wesayîtên Hûmmerê yên zirxî ji me re şandin. Din av çekên ku hatin şandin de, roket, tivîngên otomatîk, dûrbîn û topên hewanê hene. Alîkariya kerwana çek û hûmmerê ji ser Herêma Kurdistanê ve ji deriyê sînor a Sêmelkayê ve derbasî Rojava bû. Ji wir jî bi TIRan derbasî nêzîkê Reqayê kirine. Çek û wesayîtên zirxî bi 60 TIRan hatin. Amerîka di demên dawî de bêtirî çekên giran û wesayîtên zirxî ji me re dişine. Ji bo veguhestina şervanan pîqabên ji cureya Toyotayê jî hatin."

    Amerîka heta niha hezar û 300 TIR çekên giran wesayîtên zirxî û cebilxane ji HSDê re şandin. Hikûmeta Tirkiyeyê jî bi tundî li hemberî çek dayîna YPGê derdikeve.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Tirkiyeyê çeperen YPGê topbaran dike
    Şerê navbera YPGê û DAIŞê bi dijwarî didome: 21 kuştî
    McGurk li Reqayê bi YPGê re civîya
    YPGê dîroka kontrolkirina Reqqayê ragihand
    Amerîkayê 112 tir çekên nû ji YPGê re şandin
    ‘Tirkiye, ji bo YPGê piştgiriya xwe ya Dijberiya Sûriyeyê birî'
    Etîketan:
    YPG, çek, Sputnik
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de