09:50 20 Cotmeh 2017
Zindî
    HSD / Reqa

    Şerê di navbera HSDê û DAIŞê de dijwar bû: 35 kuştî

    © REUTERS/ Zohra Bensemra
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 2820

    Pêşketina şervanên HSDê li navenda bajarê Reqayê dewam dike û di şerê li 5 taxan de 35 milîtanên DAIŞê hatin kuştin.

    Operasyona kontrolkirina Reqayê ji rêxistina terorîst a DAIŞê ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi pêşengiya YPGê da da destpêkirin di roj 76mîn de dewam dike. Li gorî haydariyên ku ji herêmê hatin bidestxistin, li taxa Mansûr ya rojhilatê bajêr şerek dijwar di navbera şervanên HSDê û milîtanên DAIŞê de derketiye û di encamê de jî 9 milîtan hatine kuştin.

    Li heman alî li taxa Reşîd jî di encama şerê ku heta niha diqewime de 11 milîtan hatin kuştin û li taxa Reqayê Kevin jî 4 milîtan hatin kuştin.

    Pêşveçûna HSDê li aliyê rojavayî bajêr jî dewam kir û di encama şerê rûdayî de 6 milîtanên DAIŞê hatin kuştin. Herwiha li taxa Nehda ya rojavayî bajar jî di encama şer de û 5 milîtan hatin kuştin.

    Di şerên ku li van taxên navborî qewimîn de 3 şervanên HSDê jî jiyana xwe ji dest dan.

    Bi heman mijarî:

    Amerîkayê bersiva berdevkê HSDê Telal Silo da
    Berdevkê HSDê Telal Silo dev ji karê xwe berda
    HSDê kargeha sereke ya çêkirina mayinan a DAIŞê teqand
    Bi çekên giran êrişî çekdarên HSDê kirin: 2 jê fermandar 34 kuştî
    Pêşveçûna HSDê dewam dike: Gelek herêm hatin kontrolkirin
    Etîketan:
    YPG, HSD, DAIŞ, şer, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de