09:06 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Artêş

    Îro sibehê li sînor her 3 artêşan li hemberî rêxistinê dest bi operasyonê kir

    © Foto: RIA Novosti / Muhammed Alaeddin
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 175 0 0

    Artêşa Sûriye, Libnan û ya Hizbullahê îro berê sibehê li hemberî milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê ku li sînorê herdu welatan bi cih bûne operasyon da destpêkirin.

    Milîtanên rêxistina terorîst ên DAIŞê ku li sînorê Libnan û Sûriyeyê bi cih bûne bi sê aliyan ve rastî operasyonê hatin. Li gorî çavkaniyên leşkerî yên artêşa Libnanê îro berê sibehê artêşa Libnan, Sûriye û Hizbullahê li hemberî DAIŞê operasyon dane destpêkirin.

    ARTÊŞ BI 3 ALIYAN VE PÊŞ DIKEVE

    Operayona li hemberî rêxistina DAIŞê li gorî seeta herêmî li 05.00an dest pê kir. Artêşa Libnanê pêşî çeperên DAIŞê bi top, hawan û helîkopteran bombebaran kir û paşî di daxuyaniya xwe de ragihand ku bi pêş dikevin.

    Li gorî pêşbîniyan derdora 500 milîtanên DAIŞê li herêma sînorê Libnan û Sûriyeyê bi cih bûye. Artêşa Libnan û Sûriyeyê meha borî jî li hemberî rêxistinên El Qaîdeyê operasyon li dar xistibûn.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Sûriye: Amerîka û Brîtanya madeyên toksîkê bo terorîstan peyda dikin
    Sûriye: Welatên Rojavayî alîkariya terorê tercîh kirin
    Lavrov: Divê kurd, beşdarî pevajoya çareseriya li Sûriye bibin
    Sûriye hişyarî da Amerîkayê: Em ê bersivê bidin
    Sûriye: Şerê kurda ya li dijî DAIŞê rewa ye
    Etîketan:
    Artêşa Libnanê, Artêşa Sûriyeyê, Sûriye, Libnan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de