17:55 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Şêwirmenda Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad, Buseyna Şaban

    Şêwirmenda Esad: ‘Şerê Sûriyê gihîşt qonaxa berî dawiyê’

    © REUTERS/ KHALED AL HARIRI
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 10801

    Şêwirmenda Serokê Sûriyê Beşar Esad, Buseyna Şaban got ku bi vekişandina piştgiriya hêzên derveyî re şerê Sûriyê di sala 6an de ber bi dawiyê ve diçe û da zanîn, çi Tirk, çi Amerîkî bin dê hikûmeta Sûriyê li hemberî hemû hêzên ‘nerewa’ raweste.

    Selahattin Demirtaş
    © AP Photo/ Petros Giannakouris
    Buseyna Şaban destnîşan kir ku di maweya şer de cara pêşî lidarxistina pêşengeheke navnetewî li bajarê Şamê, peyama ‘dawîbûna şer' dide û got, êdî rê li ber avadankirina welat vebûye.

    'ŞER HATIYE QONAXA BERÎ DAWÎBÛNÊ'

    Li gor nûçeya Ajansa Dewletê ya Sûriyê SANAyê Şaban di hevpeyvîna xwe ya roja 18ê Tebaxê ya digel televizyona El Mayadeen a Lubnanî de, diyar kir ku şerê Sûriyê hatiye ‘qonaxa berî dawîbûnê'.

    'ÇI AMERÎKA BE, ÇI TIRK BIN EMÊ BERXWE BIDIN'

    Şaban wiha pê de çû: "Me çawa terorîzm têk biribe, li ser erda me çi Amerîka be, çi Tirk bin, emê li hemberî hebûna hemû hêzên nerewa berxwe bidin."

     

    Bi heman mijarî:

    Li Fînlandiyayê êrîşkarê ku bi kêran çû xelkê hat desteserkirin
    Serokatîya Herêma Kurdistanê: Gelê Kurdistanê hevxemê Barcelonayê ye
    Amerîkayê li ser ketina NHByê daxuyanî da
    Xwestin êrîşî karkerên Kurd bikin, lê polîsan nehişt
    Rûsya wê helîkopterên Ka-32 îxracî Tirkiyeyê bike
    Şaredara Baxlarê ku ji DBPê hatibû îxraçkirin: Ez bi nirxên partiya xwe ve girêdayî me
    Etîketan:
    Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de