18:21 18 Cotmeh 2017
Zindî
    YPG

    Şerê navbera YPGê û DAIŞê bi dijwarî didome: 21 kuştî

    © AP Photo/
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 65 0 0

    Operasyona kontrolkirina bajarê Reqqayê li 6 taxan bi hemû dijwarî didome. Di şer û pevçûnên navbera YPG û DAIŞê de 21 terorîst hatin kuştin.

    Operasyona kontrolkirina Reqqayê di roja 73yemîn de li 6 taxên bajêr bi dijwarî didome. Di şer û pevçûnên çend seetên dawî de çekdarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) 21 milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê kuştin, wesayîtên bombebarkirî rûxandin û 50 sivîlên reqqayî rizgar kirin.

    Li gorî çavkaniyên herêmî, li taxa Mansûrê ya li rojhilatê bajêr 7, li taxa Reşîd 6, li taxa Deriye 5, li taxa Berîd 3 bi tevahî 21 terorîst hatin kuştin û li taxa Kevn a nêzî nexweşxaneya zarokan wesayîta bombebarkirî ya DAIŞê hat rûxandin.

    Hat ragihandin ku li taxa Nezlit Şihadê tuneleke aktîf a DAIŞê ji aliyê çekdarên YPGê ve hatiye dîtin.

    Bi heman mijarî:

    HSD: Amerîka li Rojava baregeheke alternatîfa încîrlîkê ava dike
    HSD: Me sedî 60ê Reqayê ji DAIŞê rizgar kir
    HSD: Me nîvê Reqayê ji DAIŞê paqij kir
    HSD amadekariya şerekî giran li Rojavayê Reqayê dike
    Amerîka: Ji sedî 30yê Reqayê hat rizgarkirin, HSD ji 4 aliyan ve pêşve diçe
    Etîketan:
    Operasyona kontrolkirina Reqqayê, DAIŞ, YPG, Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de