22:53 26 Îlon 2017
Zindî
    Balafirên Hevpeymaniya Dijî DAIŞê ya Navdewletî

    Bangewaziya hilweşandina Koalîsyona Navdewletî hat kirin

    © AFP 2017/
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 3401

    Hikûmeta Sûriyê bangewazî li Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) kir ku Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê hilweşînin.

    Nûnertiya Taybet a Sûriyê li NYyê ji Sekreteriya Giştî û Konseya Ewlekariya NYyê re nameyek şand û tê de bangewazî hat kirin ku ‘Dûrî tawanên têne kirin bisekinin û koalîsyonê derhal hilweşînin.'

    Nûnerê Taybet ê Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî Beşar Caferî îdia kir ku hevpeymanî bi van çalakiyên xwe alîkariyê dide milîtanên ku ‘şerê terorê li dijî gelê Sûriyê dane destpêkirin.'

    Hikûmeta Sûriyê beriya niha jî Amerîka û Brîtanya bi radestkirina madeyên jehrîn ên hatine terikandin, bo terorîstan tawanbar kiribû.

    Iraq piştgiriyê dide êrîşên Hevpeymaniyê yên ser DAIŞê, lê Hikûmeta Sûriyê ji ber nebûna kordînasyonê piştgiriyê nade êrîşên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê.

     

    Bi heman mijarî:

    Ji Sûriyê bo NYyê: Dawîyê li tawanên ser gel werînin
    ‘Wê PDK û Goran civînên berfireh pêk bînin’
    Êrîşa Barcelonayê: Herî kêm 2 kes mirin, 20 kes birîndar bûn
    Neteweyên Yekbûyî: Me negotiye referandûm neyasayî ye
    Termê muxtarê Kurd ê ku winda bû hat dîtin
    Ramos, Messî dîn û har kir!
    Etîketan:
    Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de