23:03 20 Îlon 2017
Zindî
    Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê Hevpeymaniya Têkoşîna Dijî DAIŞê Brett McGurk

    McGurk li Reqayê bi YPGê re civîya

    © AFP 2017/ AHMAD ABDO
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 43760

    Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê Têkoşîna Dijî DAIŞê Brett McGurk li bajaroka Eyn Îsayê bi karbidestên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Meclîsa Sivîl a Reqayê re civîya. McGurk soza alîkariyên zêdetir ên leşkerî da YPGê.

    Hikmet Durgun

    Li gor çavkaniyên YPGê Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump yê Têkoşîna Dijî DAIŞê Brett McGurk tevî Cîgirê Fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Robert Jones, îro (17 Tebax 2017) bi helîkoptereke leşkerî serdana bajaroka Eyn Îsa ya ku dikeve bakurê Reqayê kir.

    McGurk û Jones li wê derê bi Hevserokên Meclîsa Sivîl a Reqayê Leyla Mustafa û Omer Eluş re hevdîtin pêkanîn.

    Hat zanîn ku di hevdîtinê de li ser rewşa sivîlên Reqayê û avadankirina Reqayê ya piştî DAIŞê hatiye nîqaş kirin. Nûnerên Meclîsa Sivîl gilî û gazinên xwe li şanda Amerîkî kirin û McGurk jî soza alîkariyên zêdetir bo başkirina rewşa sivîlan da wan.

    McGurk piştre jî li nêzîkî Reqayê bi fermandarên YPG û Hêzên Sûriya Demokratîk re hat ba hev û rewşa dawî ya operasyonê hat nirxandin.

    Herwiha McGurk soz da YPG û HSDê ku zêdetir alîkariyên leşkerî bigihînin wan.

    Nûnerê Serokê Amerîkayê berî niha jî gelek caran serdana Sûriyê kiribû û bi rayedarên YPG û PYDê re hevdîtin pêk anîbûn.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Ramos, Messî dîn û har kir!
    Şanda Referandûma Kurdistanê şert danî ber Bexdayê
    Kandilli: Dema erdhejê Stenbolê gelekî nêzîk e
    Bulgaristan 600 leşkerî dişîne sînorê Tirkiyeyê
    ‘Îranê ji Tirkiyeyê daxwaz kir ku bi hev re li dijî referanduma serxwebûnê derkevin'
    Artêşa Tirkiye û ASA herêma Şehba û Efrînê dide ber top û hawanan
    Etîketan:
    Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de