14:46 19 Îlon 2017
Zindî
    HSD

    Çekdarên kurd febrîqeya wesayîtan îmha kir: 78 kuştî

    © REUTERS/ Rodi Said
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 24460

    Operasyona kontrolkirina Reqqayê li 6 taxên bajêr ji aliyê YPGê ve bi dijwarî didome. Di şer de 78 terorîst hatin kuştin û febrîqeya wesayîtên bombebarkirî hat rûxandin.

    Operasyona kontrolkirina Reqqayê li 6 taxên bajêr bi dijwarî didome. Li gorî çavkaniyên herêmî di şer û pevçûnên çend seetên dawî de 78 milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê hatin kuştin, wesayîtên bombebarkirî hatin rûxandin û febrîqeyeke çêkirina wesayîtên bombebarkirî ji aliyê çekdarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve hat îmhakirin.

    Li gorî zanyariyên berdest, li taxa Mansûrê ku dikeve rojhilatê bajêr 12, li taxa Reşîd 17, li taxa Rewda ya navenda bajêr 7, li taxa Nezlit Şihadê 29, li taxa Deriye ya rojavayê bajêr 5 û li taxa Berîd a bakurê bajêr jî 8 bi tevahî 78 milîtanên terorîst di şer û pevçûnan de hatin kuştin.

    Herwiha di şer de 4 wesayîtên bombebarkirî hatin rûxandin û li taxa Rewda febrîqeya çêkirina wesayîtên bombebarkirî ji aliyê çekdarên YPGê ve hat îmhakirin.

    Bi heman mijarî:

    Berdevkê HSDê Telal Silo dev ji karê xwe berda
    HSDê kargeha sereke ya çêkirina mayinan a DAIŞê teqand
    Bi çekên giran êrişî çekdarên HSDê kirin: 2 jê fermandar 34 kuştî
    Pêşveçûna HSDê dewam dike: Gelek herêm hatin kontrolkirin
    Çekdarên HSDê ber bi avahiyên hikûmetê pêşve diçin: 15 kuştî
    Etîketan:
    Operasyona kontrolkirina Reqqayê, YPG, DAIŞ, Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de