21:46 23 Cotmeh 2017
Zindî
    SMDK

    Muxalefeta Sûriyeyê: Ji bo çareseriya pirsgirêkê em daxwaza Destûra Bingehîn dikin

    © Sputnik/
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 37 0 0

    Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger a Muxalefeta Sûriyeyê (SMDK) li paytextê Erebîstana Siûdî li Riyadê ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê civîneke berfireh li dar xist.

    Hikmet Durgun

    Cîgirê Serokê SMDKê Abdulrahman Mustafa di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: "Ji bo çareseriya pirsgirêkan em daxwaza derbasbûna siyasî û Destûra bingehîn dikin."

    Di civîna muxalefeta Sûriyeyê ya li Riyadê Serokê SMDKê Riyad Seyf, Cîgirên Serok Abdulrahman Mustafa û Abdulbasit Hemo, Cevad Ebû Xetab, Serokê Heyeta Muzakereyan Nasir El Herîrî, endamên SMDKê Ehmed Seyîd Yusuf û Hadî El Behra û ji aliyê Siûdî jî Cîgirê Wezîr Adil Serrac Miqdad, Serokê Daîreya Welatên Erebî Saîd Bin Osman suveyd û Ehmed El Şêx cih girtin.

    Abdulrahman Mustafa di berdewamiya axaftina xwe ya ji bo civînê de got: "Di civînê de rewşa siyasî giştî ya Sûriyeyê hat axaftin. Meha cotmehê li Riyadê wê konferanseke mezin were lidarxistin. Berpirsên Siûdî daxwaza ku ‘bila Esad here' ji me nekirin. Ev îdîa derew in. Ji xwe helwesta SMDKê diyar e."

    ‘CIVÎNA CENEV 8 WÊ DI DAWIYA VÊ MEHÊ DE WERE LIDARXISTIN'

    Mustafa di dirêjiya axaftina xwe de got: "Em wekî SMDKê li dijî terorîzmê ne û ev mijar me di civînê de jî anî ziman. Em dixwazin rojek berî rojekê pirsgirêka Sûriyeyê were çareserkirin. Dîroka civîna Cenev 8ê hê diyar nebûye, lê li gorî pêşbîniyan wê di dawiya vê mehê de were encamdan."

    Bi heman mijarî:

    De Mistura ji bo heyeta muxalifên Sûriyeyê biaxive diçe Moskowa yê
    DYA dê ji muxalifên Sûriyeyê re çekên giran bişîne?
    Muxalifên civîna Riyadê: ‘Em ê tev li agirbesta Sûriyeyê bibin'
    Rûsya û muxalifên sûriyeyî li ser herêmeke nû ya agirbestê li hev kirin
    Muxalifên çekdar ên sûriyeyî li Astanayê ne
    Etîketan:
    Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger a Muxalefeta Sûriyeyê (SMDK), Abdulrahman Mustafa, Erebîstana Siûdî, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de