17:53 20 Cotmeh 2017
Zindî
    YPG - Operasyona Reqqayê

    Li bajêr şerê şevê din hê jî dewam dike: 46 kuştî

    © REUTERS/ Goran Tomasevic
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 7620

    Operasyona kontrolkirina bajarê Reqqayê di roja xwe ya 72yemîn de ji aliyê çekdarên YPGê ve bi hemû hêz û dijwariya xwe didome. Di pevçûnên şevê din de 46 terorîst hatin kuştin.

    Operasyona kontrolkirina Reqqayê di roja xwe ya 72yemîn de ji aliyê çekdarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve bi hemû hêz û dijwariya xwe li hemû taxên bajêr didome. Di pevçûnên şevê din de ku hê jî dewam dike 46 terorîstên DAIŞî hatin kuştin û 4 wesayîtên bombebarkirî hatin rûxandin.

    Li gorî çavkaniyên herêmî, şer û pevçûnê dijwar li bajêr diqewimin û heta niha jî dewam dike. Li gorî agahiyan li taxa Mansûra 13 û li taxa Reşîd jî 19 terorîstên DAIŞî hatin kuştin û terorîst jî bi saxî dîl hate girtin.

    Herwiha li taxa Nezlet Şihadê 9 û li taxa Deriyê jî 5 terorîstên DAIŞî hatin kuştin û bi tevahî 4 wesayîtên bombebarkirî yên terorîstan jî hatin rûxandin.

    Bi heman mijarî:

    HSD: Me sedî 60ê Reqayê ji DAIŞê rizgar kir
    HSD: Me nîvê Reqayê ji DAIŞê paqij kir
    HSD amadekariya şerekî giran li Rojavayê Reqayê dike
    Amerîka: Ji sedî 30yê Reqayê hat rizgarkirin, HSD ji 4 aliyan ve pêşve diçe
    General Anderson: Wê HSD li demeke nêzîk Reqayê ji DAIŞê bistîne
    Etîketan:
    operasyoan kontrolkirina Reqqayê, DAIŞ, YPG, Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de