17:22 19 Mijdar 2017
Zindî
    HSD

    Di navbera YPG û DAIŞê de şerê man û nemanê: 95 kuştî

    © AFP 2017/ Delil Souleiman
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 28930

    Operasyona kontrolkirina bajarê Reqqayê ji aliyê çekdarên YPGê ve bi hemû hêza xwe didome. Di hemû enîyên taxên bajêr de herî kêm 95 milîtanên terorîst ên DAIŞê hatin kuştin.

    Li hemû taxên bajarê Reqqayê di navbera çekdarên kurd ên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê de şer û pevçûnên dijwar diqewimin. Di nava çend seetên dawî 95 milîtanên terorîst hatin kuştin û gelek wesayîtên bombebarkirî hatin rûxandin.

    Li gorî çavkaniyên herêmî, li taxa Rewda ku dikeve bakur rojhilatê bajêr 23, li taxa Mansûr a rojhilatê bajêr 12, li taxa Reşîd a rojhilatê bajêr 15, li taxa Berîd a bakur rojavayê bajêr 5, li taxa Nehda 17, li taxa Deriye ya rojavayê bajêr 7, li taxa Nezlit Şihadê 16 bi tevahî 95 milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê hatin kuştin û gelek termên terorîstan jî ketin destê çekdarên YPGê.

    Di şer û pevçûnan de gelek wesayîtên bombebarkirî hatine îmhakirin û amûrên şer ê rêxistinê ketine destê çekdaran. Li gorî zanyariyan rêxistinê di nava çend seetên dawî de şikestineke mezin xwariye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    HSD: Me sedî 60ê Reqayê ji DAIŞê rizgar kir
    HSD: Me nîvê Reqayê ji DAIŞê paqij kir
    HSD amadekariya şerekî giran li Rojavayê Reqayê dike
    Amerîka: Ji sedî 30yê Reqayê hat rizgarkirin, HSD ji 4 aliyan ve pêşve diçe
    General Anderson: Wê HSD li demeke nêzîk Reqayê ji DAIŞê bistîne
    Etîketan:
    Operasyona kontrolkirina Reqqayê, DAIŞ, YPG, HSD, Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de