17:53 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Bessam Melik

    Endamê SMDKê îstîfa kir û vegeriya Şamê

    © Sputnik/
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 62 0 0

    Endamê Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger a Muxalefeta Sûriyeyê (SMDK) Bessam Melik îstîfa kir û ji Tirkiyeyê vegeriya Şamê. Melik dibêjê ‘ ji bo ku Amerîka û welatên kendavê dixwazin Sûriyeyê perçe bikin min îstîfa kir.'

    Hikmet Durgun

    Bessam Melik di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku piştî 7 salan ez bi komploya Amerîka, welatên kendavê û rojavayî hisiyam ku dixwazin hem Sûriyeyê û hem jî artêşa ereb wê perçe bikin.

    Melik, di destpêka salên 2011an de ku şer li Sûriyeyê dest pê kiribû ji Şamê reviya bû Tirkiyeyê û dezgekî bi navê Girseya Demokratîk ava kiribû. Bessam Melik berî şer li Şamê niştecih bû û demekê rêvebiriya Odeya Bazirganî ya Şamê jî kiribû.

    Heta niha gelek kesên ku di nava muxalefeta Sûriyeyê de cih digirtin ji wezîfeyên xwe îstîfa kirin û vegeriyane Sûriyeyê.

    SMDK wekî rêxistina sereke ya muxalifên sûriyeyî tê dîtin û di sala 2012an de li bajarê Doha yê Qetarê hatibû avakirin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya û muxalifên sûriyeyî li ser herêmeke nû ya agirbestê li hev kirin
    Muxalifên çekdar ên sûriyeyî li Astanayê ne
    Muxalifên sûriyeyî: "Em ji rola Rûsyayê bi hêvî ne"
    Lavrov li Moskowê wê bi muxalifên sûriyeyî re hevdîtinekê pêk bîne
    Muxalifên sûriyeyî biryara tevlîbûna hevdîtinên Astanayê dan
    Etîketan:
    Endamê Koalîsyona Hêzên Şoreşger ên Muxalifên Sûriyeyê (SMDK), Bessam Melik, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de