20:31 16 Tebax 2017
Zindî
    Telal Silo

    Berdevkê HSDê Telal Silo dev ji karê xwe berda

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 38411

    Li gorî zanyariyên berdest, berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Telal Silo dev ji karê xwe berda.

    Hêzên Pêşmerge
    © AP Photo/ Hussein Malla, File
    Li gorî nûçeya Rûdawê ku dispêre çavkaniyekî ji nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û ragihand ku berdevkê HSD Telal Silo dest ji kar kişandiye. Vî çavkaniyê behsa ti sedemên dest ji kar kişandina Telal Silo nekir.

    Wek tê zanîn Eqîd Telal Silo di sala 1965an de li Rahî ya girêdayî parêzgeha Helebê ji dayîk bûye û bi eslê xwe Tirkman e. Di sala 1985an de tevlî artêşa Sûriyê bûbû. Di sala 1987 de bûbû mulazim, di sala 2004 de jî ji artêşê cuda bûbû, piştre hatibû girtin û nêzîkî 20 mehan di zindana Sîdnaya de mabû.

    Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî, roja 11 meha 10 a sala 2015 di konferanseke rojnamevanî de hatibû ragihandin, û Telal Silo yekemîn berdevkê wê hêzê bû.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Telal Silo: Rizgariya Reqayê nêz e
    Telal Silo:'Em ê Reqqayê jî wekî Şedadê rizgar bikin
    Telal Silo: Hêzên nû beşdarî operasyona Xezeba Firatê bûn
    HSD: Me sedî 60ê Reqayê ji DAIŞê rizgar kir
    HSD: Me nîvê Reqayê ji DAIŞê paqij kir
    Etîketan:
    Berdevkê HSD, Telal Silo, Rojava, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de