16:50 21 Cotmeh 2017
Zindî
    HSD / Reqa

    Meclîsa Reqayê: Em dixwazin ji bo dahatuya Reqayê bi Rûsyayê re bixavin

    © REUTERS/ Zohra Bensemra
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 9610

    Cîgirê Serokê Meclîsa Sivîl a Reqayê Muhammed Hîcazî diyar kir ku ew ji bo dahatuya bajêr ji Rûsyayê daxwaza axaftinê kirine.

    Hîcazî ji Spûtnîkê re ragihand, ew dixwazin ji bo dahatuya piştî DAIŞê ya bajarê Reqayê bi Rûsyayê re hevdîtinan bikin.

    'EM HÊVÎ DIKIN KU BI RÛSYAYÊ RE PÊWENDIYÊ BIKIN'

    Hîcazî ragihand ku Meclîsa Reqayê li bajarê Dîlokê digel rayedarên Tirk, Amerîkî, Holandî û Îtalî li ser dahatuya piştî DAIŞê ya Reqayê hevdîtin kirine û wiha domand:
    "Em wek rêveberî girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyê ne. Lê berjewendiyên me û wan hev nagirin. Em hêvî dikin, bi Rûsyayê re dest bi danûstandinê bikin, bi rayedarên Rûsî re li Tirkiyê werin ba hev."

    HSD
    © AP Photo/ Syrian Democratic Forces
    'GELEK MIJARÊN ME YÊN HEVBEŞ HENE'

    Hîcazî da zanîn ku li Reqeayê qîmet bo Rûsyayê tê dayîn û wiha got: "Bi navê Cîgirê Serokê Meclîsa Sivîl daxwazê dikim bi nûnerê taybet ê Rûsyayê yan jî bi balyozê Rûsî re hevdîtinê bikim. Çareserkirina krîza Sûriyê jî di nav de gelek mijarên hevbeş ên ku em danûstandinê bikin hene."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Misirê qezaya trênê: 28 kes mirin, 70 birîndar bûn
    Amerîkayê dest bi avakirina navenda fermandariya binkeya leşkerî kir
    Artêşa Rûsyayê kete teyakuzê: Sîstemên parastina hewayî ketin dewrê
    Barzanî û Tillerson axivîn: Referandûm biryara gel e
    Li Trabzonê di navbera PKKê leşkerên tirk de şer derket: Birîndar hene
    Trump Kim Jong-un hişyar kir: Bi aqil tevbigre
    Lavrov: Krîza Amerîka-Koreya Bakur dibe vegere şer
    HSD: Me sedî 60ê Reqayê ji DAIŞê rizgar kir
    Etîketan:
    Rûsya, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de