15:03 21 Tebax 2017
Zindî
    HSD

    HSD: Me sedî 60ê Reqayê ji DAIŞê rizgar kir

    © AP Photo/ Syrian Democratic Forces
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 13330

    Li bajarê Reqayê di navbera şervanên HSDê û milîtanên DAIŞê de şerên dijwar diqewimin û heta niha sedî 60ê bajêr ji DAIŞê hatiye paqijkirin. Berdevkê çapameniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mistefa Balî ji Sputnikê re ragihand ku sedî 60ê Reqayê ji DAIŞê paqijkirine û heta niha kontrola 12 taxan bi dest xistine.

    Hikmet Durgun

    Li gorî agahiyên ku ji rayedarên HSDê ku hêza sereke ji Yekîneya Parastin a Gel (YPG) pêk tê hatin wergirtin şerên bo kontrolkirina Reqayê gelek dijwar bûne. Ji ber şer welatiyên sivîl gelek zehmetî dikşînin û ji ber êrişên bi wesayîtên bombebarkirî û mayinên DAIŞê sivîl jiyana xwe ji dest didin. Ji aliyê din ve di encama operasyonên balafirên şer ên hêzên koalîsyonê ku Amerîka pêşengiyê dike jî welatiyên sivîl tên kuştin.

    ‘DORPÊÇIYA LI SER REQAYÊ ZÊDETIR BÛ'

    Ji destpêka operasyona kontrolkirina Reqayê heta niha 12 taxên bajêr ji DAIŞê hatine paqijkirin, doh jî taxên Nezlat Şehade û Bîn Ebdulmelîk ji DAIŞê hatin rizgarkirin. Bi kontrolkirina wan her du taxan, dorpêçiya li ser DAIŞê zêdetir bû. 27 taxên Reqayê hene û niha li 7 taxên bajêr şerên dijwar rû didin. Temamiya başûrê Reqayê ji DAIŞê hat rizgarkirin û tê payîn ku hezar û 500 milîtanên DAIŞê li bajêr hene.

    Berdevkê çapameniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mistefa Balî di derbarê operasyonê de ji Sputnikê re axivî.

    ‘HÊZÊN ME BER BI NAVENDA REQAYÊ VE DIÇIN'

    Balî diyar kir ku şerên li Reqayê gelek dijwar bûne û got: "Şerê li Reqayê ev 68 rojê ku dewam dike. Di encama şerê 68 rojan de heta niha sedî 60ê bajêr me ji DAIŞê rizgar kir. Heta niha me 12 taxan kontrol kirine. Li gelek taxan şer berdewam e. Şervanên me gav bi gav pêşve diçin û taxên Reqayê rizgar dikin. Şer niha ber bi navenda Reqayê ve pêşve diçe. Me cepheyên rojhilat û bakurê rojava gihand hev. Hêzên me karîn têkliya DAIŞê yên bi hev re birin."

    Bi heman mijarî:

    HSDê kargeha sereke ya çêkirina mayinan a DAIŞê teqand
    Bi çekên giran êrişî çekdarên HSDê kirin: 2 jê fermandar 34 kuştî
    Pêşveçûna HSDê dewam dike: Gelek herêm hatin kontrolkirin
    Çekdarên HSDê ber bi avahiyên hikûmetê pêşve diçin: 15 kuştî
    Berdevkê Hevpeymaniyê: Em tenê bi HSDê re kar dikin
    HSDê: Yekîneya LGBTÎyan nehatiye avakirin
    Etîketan:
    operasyon, HSD, DAIŞ, Sputnik, Mistefa Balî, Reqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de