14:49 23 Tebax 2017
Zindî
    YPG - Operasyona Reqqayê

    YPGê dîroka kontrolkirina Reqqayê ragihand

    © REUTERS/ Goran Tomasevic
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 36550

    Fermandarekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di daxuyaniya xwe de ragihandku ji bo kontolkirina temamê bajarê Reqqayê pêwîstiya wan bi 4 mehan heye.

    Fermandar Heval Cebar di hevpeyvînekê de ragihandiye ku wan nîvê bajarê Reqqayê û bi taybet bajarê kevn ê Reqayê ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê derxistine û ber bi navenda bajêr ve pêşve diçin.

    Cebar diberdewaiya axaftina xwe de gotiye ku niha milîtanên DAIŞê li nava bajarê Reqqayê bi temamî hatine dorpêçkirin û hêzên wan û çekdarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ber bi her du taxên Mensûr û Reşîd pêş ve diçin, kontrolkirina bajar tenê bi demê ve girêdayî ye.

    Li gorî fermandarê YPGê milîtanên terorîst ê DAIŞê bi rêya xwekuj û nîşangiran xwe diparêzin lewma pêywîstiya wan bi 4 mehên din heye, heta ku tevahiya bajêr were kontrolkirin.

    Wek tê zanîn Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku YPG di nav de hêzeke sereke ye, bi piştevaniya balafirên Amerîka û koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞê, ji meha hezîranê ve operasyona kontrolkirina bajarê Reqqayê dest pê kiriye.

    Bi heman mijarî:

    ‘Tirkiye, ji bo YPGê piştgiriya xwe ya Dijberiya Sûriyeyê birî'
    Amerîkayê 112 tir çekên nû ji YPGê re şandin
    ‘YPGê û Hikûmeta Sûriyê ji bo vekirina rêya Efrîn û Helebê li hev kir’
    YPGê bîlançoya meha Temuzê ya şer ragihand
    Amerîkayê li ser dayîna tankan bo YPGê daxuyanî da
    Etîketan:
    Operasyona kontrolkirina Reqqayê, DAIŞ, Fermandarê YPGê, Heval Cebar, Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de