22:17 17 Tebax 2017
Zindî
    ASA- Raî

    Dijberiya Sûriyeyê guhertin di Artêşa Sûriyeya Azad de pêk tîne

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 3601

    Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyeyê (îtîlaf) guhertinê di Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) pêk tîne. Cîgirê Serokê Îtîlafê Ebdulbasît Temo ji Sputnikê re axivî û ragihand ku guhertin di ASAyê de çêbibin û ji bo Pêşmergeyên Roj beşdarî ASAyê bibe em hevdîtinan pêk tînin.

    Hikmet Durgun

    Li gorî agahiyên ku ji Dijberiya Sûriyeyê hatin wergirtin, Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyeyê (îtîlaf) ji bo guhertin di ASAyê de pêk bîne hevdîtinan dike. Tê payîn ku bi guhertinê Pêşmergeyên Roj ku girêdayê ENKSê ne cih bigirin. Tê îdiakirin k udi qonaxa ewil de 5 hezar Pêşmergeyên Roj beşdarî ASAyê bibin.

    Guhertin dê di civîna Dijberiya Sûriyeyê li Riyadê paytexta Erebistana Siûdî 15ê Tebaxê de pêk were bê nirxandin. Ji bo civîna mezin serok û rayedarên îtîlafê ji Stenbolê ya Tirkiyeyê çûn Erebistana Siûdî.

    ‘JI BO TEVLÎBÛNA PÊŞMERGEYÊN ROJ HEVDÎTIN DEWAM DIKIN'

    Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyeyê (îtîlaf) Ebdulbasît Temo di derbarê mijarê de ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku guhertin di ASAyê de pêk bînin û ji bo vê yekê hevdîtin û nîqaş niha tên kirin. Temo ji bo tevlîbûna Pêşmergeyên Roj jî destnîşan kir ku hevdîtin bo vê yekê dewam dike.

    Îtîlaf wek Dijberiya Sûriyeyê di sala 2012an de li Dohayê paytexta Qeterê hatibû avakirin.

    Bi heman mijarî:

    Dijberiya Sûriyeyê ji bo YPGê têkeve 'lîsteya terorî' serî li NYê da
    Koma dijberiya Sûriyeyê dê çekên Amerîkayê lê vegerîne
    Berdevkê Dijberiya Sûriyeyê: Îsraîl piştgiriya komên terorîst dike
    PYD: Em bi dijberiya Sûriyeyê re li ser parvekirina petrolê neaxivîn
    Mîlîtanên dijberiya Sûriyeyê êrişî gundên Efrînê kirin
    Dijberiya Sûriyeyê: ENKS nûnerê rasteqîn ên daxwazên kurdan e
    Etîketan:
    ASA, pêşmerge, guhertin, Sputnik, Ebdulbasît Temo, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de