16:49 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Hevserokê PYDê Salih Muslim

    Muslim: Eger Tirkiye êrişê Efrînê bike dê wek DAIŞê têk biçe

    © AFP 2017/ JACQUES DEMARTHON
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 7020

    Hevserokê PYDê Salih Muslim bersiva gefên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan da û ragihand ku, "Eger Tirkiye êrîşê Efrînê bike, dê şikestinek mezin bixwe. Çawa ku DAIŞ li Kobanê têk çû û ev bû dawiya wan, li Efrînê jî wê dawî li êrîşkariya tirk bê anîn."

    Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ji rojnameya Yeni Ozgur Polîtîkayê re axivî û bal kişand li ser gefên Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê. Hevserokê PYDê got: "Eger Tirkiye êrîşê Efrînê bike dê şikestinek mezin bixwe û çawa DAIŞê li Kobaniyê têkçû dê Tirkiye jî têk biçe.

    Salih Muslim tekez kir ku, ew ê li ber xwe bidin û ti carî ji gefan natirsin û li hemberî Tirkiyeyê çi ji destê wan were dê bikin.

    Ji berî ev meheke zêdetir e Tirkiye û komên çekdar ên li bajarê Ezazê yên ku Tirkiye piştgiriya wan dike gefa destpêkirina operasyoneke leşkerî li dijî Efrînê dixwin.

    Herwiha artêşa Tirkiyeyê hêza xwe ya leşkerî li ser sînorê Efrînê zêde kiriye ew û wan grûpên çekdar ve ji zêdetirî mehekê ve gundê Efrînê û devera Şehbayê didin ber topan.

    Herî dawî, berî 2 rojan jî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dîsa gefa operasyoneke leşkerî li dijî Rojava xwaribû.

    Hevserokê PYDê, bang li xelkê Rojavayê jî kir ku, bila ji xwe bi bawer bin û bizanin ku ew ji aliyê leşkerî û siyasî ve gihiştine asteke bilind.

    Bi heman mijarî:

    Muslim: Tirkiye li Amerîkayê pereyekî zêde ji bo me xerc dike
    Muslim: Temasên me NYyê re berdewam dikin
    Muslim: Çekên ku Amerîkayê dane me em nadin PKKê
    Salih Muslim: Biryara dayîna çekan bo YPGê siyasî ye
    Ji Salih Muslim bo alîkariya çekên Amerîkayê daxuyanî
    Etîketan:
    êriş, DAIŞ, Yeni Ozgur Polîtîka, Salih Muslim
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de