08:33 17 Cotmeh 2017
Zindî
    HSD

    Şer li gelek taxên bajêr belav bû: 26 kuştî

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 12420

    Operasyona kontrolkirina bajarê Reqqayê ji aliyê çekdarên HSDê ve bi hemû hêz û dijwariya xwe didome. Di şerê çend seetên dawî de 26 milîtanên DAIŞê hatin kuştin.

    Li gorî çavkaniyên herêmî, çekdarên Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) li taxên Reqayê pêşve diçin û derbeyên giran li DAIŞê didin. Di şerê li taxa Reqaya Kevn ku dikeve rojhilatê bajêr de wesayîteke bombebarkirî hat rûxandin û 5 terorîst jî hatin kuştin.

    Herwiha li taxa Hîşam Bin Ebdulmelik ku dikeve aliyê başûr jî di navbera HSD û DAIŞê de şer didome, heta niha 8 terorîst hatin kuştin. Di şer û pevçûnên taxa Rewda ya ku dikeve bakur rojhilatê bajêr jî şer didome û li wir jî 4 terorîst hatin kuştin.

    Wekî din li eniya rojavayê bajêr di pêşveçûna şervanan a li taxên Berîd û Deriyê de jî şer derket. Di encama pevçûnan de li Berîd 5 û li Deriyê jî 4 terorîst hatin kuştin. Li gorî çavkaniyan li taxên Deriyê, Rewda û Berîdê şer û pevçûn bi dijwarî dewam dike û li taxên Reqaya Kevn û Hîşam Bin Ebdulmelik jî şerê demkî didome.

    Bi heman mijarî:

    ‘Reqqa heta 3 mehan azad dibe’
    Rêya navbera Reqqa û Şamê hat kontrolkirin
    Piştî Reqqa bikeve, kî dê li wê derê bimîne?
    HSD: Rêya di navbera Reqqa û Dêra Zorê de hat qutkirin
    Erdogan: Piştî El Babê, Minbic û Reqqa tên
    Etîketan:
    Operasyona kontrolkirina Reqqayê, DAIŞ, Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD), Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de