08:20 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Bajarê Helebê

    Dijberiya Sûriyeyê: Alîkariya Tirkiyeyê bo me dewam dike

    © AFP 2017/ ZEİN-AL-RİFAİ
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 29 0 0

    Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyeyê(îtîlaf)îdiayên ku Tirkiye piştgiriya malî bo wan biriye de ji Sputnikê re axavî û ragihand ku piştgriya Tirkiye ya malî û mijarên din de dewam dike.

    Hikmet Durgun

    Cîgirê Serokê Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyeyê (îtîlaf) îdiayên ku Tirkiye piştgiriya malî bo wan biriye de ji Sputnikê re axavî û ragihand ku piştgriya Tirkiye ya malî û mijarên din de dewam dike. Mistefa Abdurahman diyar kir ku, "nûçeyên Tirkiye piştgriya xwe bo wan biriye bêbingeh in. Ev nûçe bi zanebûn hat çêkirin. Ji bo serkeftinên KNHŞDSç qirêj bikin ev nûçe tên çêkirin. Îtîlafê bo gelek civînên girîng amadekariyan dike, ji bo vê yeke nûçeyên wiha tên çêkirin. Ev nûçe ji aliyê Zaman El Vaslê ve hat çêkirin û bêbingeh e."

    ‘TÊKILIYÊN KNHŞDSê BI TIRKIYEYÊ RE GELEK BAŞ IN'

    Mistefa destnîşan kir ku Tirkiye piştgiriya malî jî di nav de, di hemû mijaran de piştgiriya me dike û wiha pê de çû:

    "Ti guhertin di piştgiriyên ji bo me de tine ne. Tirkiye herdem piştgiriya gelê sûrî û nûnerê wan ê meşrû Îtîlafê kiriye. Dê piştgirî dewam bikin jî. Têkiliyên Îtîlafê bi hikûmeta Tirkiyeyê re gelek baş e. Navenda Îtîlafê ji roja avakirinê heta îro Stenbol bûye."

    Portala nûçeyan a Zaman el-Vaslê ku navenda wê li Sûriyeyê ye ragihandibû ku Tirkiye biryara birîna piştgiriya malî bo Îtîlafê biriye. Herwiha Tirkiye mehê 320 hezar dolar piştgiriya malî dide KNHŞDSê.

    Bi heman mijarî:

    Koma dijberiya Sûriyeyê dê çekên Amerîkayê lê vegerîne
    Dijberiya Sûriyeyê ji bo YPGê têkeve 'lîsteya terorî' serî li NYê da
    Berdevkê Dijberiya Sûriyeyê: Îsraîl piştgiriya komên terorîst dike
    PYD: Em bi dijberiya Sûriyeyê re li ser parvekirina petrolê neaxivîn
    Mîlîtanên dijberiya Sûriyeyê êrişî gundên Efrînê kirin
    Etîketan:
    malî, piştgirî, Sputnik, Mistefa Abdurahman, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de