05:41 23 Cotmeh 2017
Zindî
    HSD

    HSDê kargeha sereke ya çêkirina mayinan a DAIŞê teqand

    © AP Photo/ Syrian Democratic Forces
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 3720

    Şervanên HSDê kargeha sereke ya çêkirina mayînan a milîtanên DAIŞê ya li navenda bajarê Reqayê, teqand. Hate diyarkirin ku li taxa Hîşam Ebdulmelik jî 19 DAIŞî hatine kuştin.

    Li gorî agahiyên ku ji herêma şer hatin wergirtin di van kêliyan de şervanênHSDê ku hêza sereke ji YPGê pêk tê li taxa El-Beyatra ya navenda bajarê Reqayê kargeha sereke ya çêkirina mayînan teqandin. Hate diyarkirin ku di encama teqînê de jî 10 DAIŞî hatine kuştin. Li navenda bajar şer didome.

    Her wiha li taxa Hîşam Ebdulmelik jî ya aliyê başûr ê Reqayê, di encama şerê şeva din rû da, 19 DAIŞî hatin kuştin.

    Bi heman mijarî:

    HSD: Me nîvê Reqayê ji DAIŞê paqij kir
    Amerîka: Ji sedî 30yê Reqayê hat rizgarkirin, HSD ji 4 aliyan ve pêşve diçe
    General Anderson: Wê HSD li demeke nêzîk Reqayê ji DAIŞê bistîne
    HSD: Artêşa Sûriyeyê êrişî çeperên me bike em ê bersivê bidin
    Etîketan:
    kargeh, teqemenî, HSD, DAIŞ, Reqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de