00:48 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Heleb

    Rojnameya Haaretzê: Rûsya Amerîka û Îsraîl bo Sûriyeyê hevdîtinên nepen pêk anîn

    © AFP 2017/ AMEER ALHALBI
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 4901

    Rojnameya Haaretzê ku li Îsraîlê weşanê dike ragihand ku Rûsya, Amerîka, Îsraîl û Urdun beriya avakirina herêma bi ewle ya li başûrê Sûriyeyê hevdîtinên nepen pêk anînene.

    Haaretz di nûçeya xwe yê ku zanyariyan sipartin çavkaniyên Îsraîlê û navê wî eşkere nekir rayedarên Rûsya, Amerîka, Îsraîl û Urdunê li Ammanê paytexta Urdunê û paytexta welatek Ewropayê hevdîtin pêk anîne.

    Haaretzê di nûçeya xwe de eşkere kir ku Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Kremlînê Aleksandr Lavrentyev, Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Amerîkayê Michael Ratney, Nûnerê Taybet yê Têkoşîna li dijî DAIŞê yê Amerşkayê Brett McGurk, Nûnerên îstîxbarata Îsraîl Mossadê û rayedarên leşkerî beşdarî hevdîtina ku qala wê tê kirin, bûne.

    Li gorî ragihandina çavkaniyê, di heman rojê de li Ammanê du car hevdîtin pêk hatiye. Di hevdîtina ewil de nûnerên Rûsya, Amerîka û Îsraîlê beşdar bûne, ya duyemîn de jî rayedarên Îsaîlê, Amerîka û Urdunê beşdar bûne.

    Li gorî ragihandina çavkaniyê, nûnerên Rûsya, Amerîka û Îsraîlê hevdîtin li paytexta welateke Ewropayê pêk anîne û divê hevdîtinê de rayedarên paye bilind beşdar bûne.

    Li gorî Haaretzê hevdîtinên nepen beriya cend roj ya hevdîtina li bajarê Hamburgê ya Almanyayê di 7ê Temuzê de ya Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serikê Dewleta Amerîkayê Donald Trump pêk hatine.

    Pûtîn û Trump di hevdîtina xwe de li ser avakirina herêma bi ewle û agirbesta Dera ve Kuneytra başûrê rojavayê Urdunê ya Sûriyeyê li hev kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn: Li Sûriyeyê pêşveçûnên bi hêvî û firsenda agirbesta çêbû
    Lavrov bi hevkarê xwe yê Urdunî re agirbesta li Sûriyeyê axivî
    Şandeyên Rûsya û Tirkiyeyê agirbesta Sûriyeyê li Astanayê axivîn
    Rûsya: Me bi Tirkiye û Îranê re agirbesta li Sûriyeyê xurt kir
    Rûsya Tirkiye û Îranê bo şopandina agirbesta li Sûriyeyê biryara avakirina hêza sêalî dan
    ‘Hejmara komên beşdarî agirbesta li Sûriyeyê bûne gihîşt 1.162an
    Etîketan:
    nepen, hevdîtin, rojnameya Haaretzê, Vladimîr Pûtîn, Donald Trump
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de