21:45 23 Cotmeh 2017
Zindî
    HSD

    Di navbera çekdarên kurd û DAIŞê de şerê dijwar: 2 jê fermandar 29 kuştî

    © AP Photo/ Jake Simkin, File
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 12530

    Operasyona kontrolkirina Reqqayê li her çar taxên bajêr ji aliyê çekdarên HSDê ve bi hemû hêza xwe didome. Fermandar jî di nav de 29 terorîst hatin kuştin.

    Operasyona kontrolkirinê li taxa Nezlit Şihadê ku dikeve başûrê bajar, şerekî dijwar di navbera çekdarên Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) û terorîstên DAIŞê de rû da, di encamê de yek jê fermandar 7 terorîst hatin kuştin. Li taxa Hîşam Ebdilmelêk jî pevçûnên dijwar qewimîn û li wir jî yek jê fermandar 6 terorîst hatin kuştin.

    Herwiha li taxa Berid ku dikeve bakur rojavayî bajar jî 5 terorîst di pevçûnan de hatin kuştin. Li taxa Reqayê Kevin jî terorîstên DAIŞî hewl dan bi wesayîteke bombebarkirî êrîş bikin, lê beriya ku bigihêje hedefa xwe hat rûxandin. Çekdarên HSDê li heman taxê Navgîneke Hewayî ya Bêmirov (NHB) xistin û di şerê li taxê de jî 4 milîtanên terorîst hatin kuştin.

    Ji aliyê din ve li taxa Rewda ya bakur rojhilatî bajar jî şerê giran rû dan û li wir jî 7 terorîst hatin kuştin. Li gorî çavkaniyan şerê navbera HSDê û DAIŞê hetanî derengiya êvarî jî bi dijwarî diqewimî.

     

     

    Bi heman mijarî:

    HSD: Me nîvê Reqayê ji DAIŞê paqij kir
    HSD amadekariya şerekî giran li Rojavayê Reqayê dike
    Amerîka: Ji sedî 30yê Reqayê hat rizgarkirin, HSD ji 4 aliyan ve pêşve diçe
    General Anderson: Wê HSD li demeke nêzîk Reqayê ji DAIŞê bistîne
    HSD: Artêşa Sûriyeyê êrişî çeperên me bike em ê bersivê bidin
    HSD: Di nava 12 rojan de 4 tax hatin kontrokirin û 312 DAIŞî hatin kuştin
    Etîketan:
    Operasyona kontrolkirina Reqqayê, HSD, DAIŞ, Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de