09:44 18 Tebax 2017
Zindî
    Balafirên koalîsyona Amerîkayê

    ‘Hêzên koalîsyonê bajarên Sûriyeyê rizgar nakin, tune dikin'

    © AFP 2017/ SABAH ARAR
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 2201

    Cîgirê Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamnetoya Sûriyeyê Omer Esad ragihand ku koalîsyona navdewletî ku Amerîka pêşengiya wê dike, li şuna rizgarkirina bajarên li Sûriyeyê, tune dike.

    Esad ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku koalîsyona navdewletî hemû jîngehên li bajarê Reqayê wêran dike.

    Esad destnîşna kir ku di encama êrişan de gelek sivîl tên kuştin û got: "Amerîka sûrîyên ji rêzê dikuje û piştra jî vê yeke têkoşîna li dijî DAIŞê dide nîşandan. Operasyona li Reqayê ne operasyona rizgarkirinê ye, em dikarin operasyona îmha kirin û sabotajê binav bikin."

    ‘BOMBARDÛMANÊ BIDIN RAWESTANDIN'

    Esad bangî rawestandina bombardûma ku hemû binesaziya bajêr wêran dike yên koalîsyona navdewletî kir û wiha pê de çû:

    "Bi rastî Amerîka naxwaze Reqayê rizgar bike. Beravajî buya niha vê yeke zûtirî pêk anîbû. Lewre Amerîka bi saya şopandina peykan li Sûriyeyê dikare her dere bişopîne."

    ‘LI HELEB, DÊRA ZORÊ Û REQAYÊ SÛCÊN MIROVÎ PÊK TÎNIN'

    Ji aliyê din ve Esad diyar kir ku hêzên koalîsyonê li Helebê, Dêra Zorê û Reqayê sûcên mirovî li dijî sivîlan pêk tînîn. Herwiha esad destnîşan kir ku koalîsyonê bi operasyonên xwe tiştekî ber bi çev bidestnexistine, lewre di daxuyaniyên xwe de naveroka operasyonên xwe eşkere nakin.

    Bi heman mijarî:

    Koalîsyona navneteweyî balafiran dide HSDê
    Koalîsyona Navdewletî hejmara mîlîtanên DAIŞê yên li Mûsilê eşkere kir
    Koalîsyona Amerîkayê ji bo çekdarên HSDê balafira leşkerî ya Sûriyeyê avêt
    AFP: NATO biryara beşdarbûna koalîsyona li dijî DAIŞê da
    Etîketan:
    rizgar, bajêr, bombardûman, koalîsyon, Sputnik, Omer Esad, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de