06:43 20 Mijdar 2017
Zindî
    Salih Muslim

    Muslim: Dibe Amerîka piştî operasyona Reqayê bi Tirkiyeyê re li hev bike

    © AFP 2017/ BERTRAND LANGLOIS
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 11120

    Hevserokê PYDê Salih Muslim ragihand ku ti peyman bi Amerîkayê re ji bo qonaxa piştî têkçûna DAIŞê mor nekirine. Muslim îdia kir ku dibe Amerîka bi Tirkiyeyê re piştî operasyona Reqayê li hev bike.

    Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim destnîşan kir ku dibe Amerîka bi Tirkiyeyê re piştî operasyona Reqayê li hev bike.

    Muslim ji ajansa Nûçeyan a almanî DPAyê re axivî û di derbarê hebûna li Rojava ya Amerîkayê de got: "Amerîka bi awayekî demkî navendên xwe li Rojava ava kirine, pispor û şêwirmendên Amerîkayê jî niha ji bo birêvebirina şer li herêmê ne û ti peyman bi Amerîkayê re ji bo qonaxa piştî têkçûna DAIŞê mor nekirine."

    ‘BO ME NEGIRÎNG E KU BI KÎ RE LI HEV DIKIN'

    Muslim îdia kir ku Amerîka ji bo berjewendiyên xwe piştî operasyona Reqayê dibe bi Tirkiyeyê re li hev bike û wiha pê de çû: "Me ji bo vê yeke tevdîrên xwe girtine. Ji bo Sûriyeya Federal projeyên me hene. Kî bi kê re li hev dike, ji bo me negirîng e. Em her dem dikarin xwe biparêzin."

    Muslim diyar kir ku ti peymanên siyasî biAmerîkayê re mor nekirine, tenê di şerê li dijî DAIŞê de bi koalîsyona navdewletî re tevdigerin.

    Bi heman mijarî:

    Muslim: Ji ber tifaqa Îran, Qetar û Tirkiyeyê gelek xortên kurd hatine kuştin
    Muslim: Tirkiye li Amerîkayê pereyekî zêde ji bo me xerc dike
    Muslim: Temasên me NYyê re berdewam dikin
    Muslim: Çekên ku Amerîkayê dane me em nadin PKKê
    Salih Muslim: Biryara dayîna çekan bo YPGê siyasî ye
    Etîketan:
    lihevkirin, DAIŞ, operasyon, ajansa Nûçeyan a almanî DPAyê, Salih Muslim
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de