06:36 19 Tebax 2017
Zindî
    Libnan

    Rêxistinê bi moşekên Grad êrişî artêşa Libnanê kir

    © Sputnik/ EKATERİNA CHESNOKOVA
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Hat ragihandin ku rêxistina terorîst a DAIŞê ji sînorê Sûriyeyê bi moşekên menzîldirêj êrişî artêşa Libnanê kir.

    Artêşa Libnanê di daxuyaniya xwe de ragihand ku rêxistina terorîst a DAIŞê ji qadên çiyayî yên bajarokê El Kaa ku li sînorê Sûriyeyê ye 8 moşek avêtin yekîneyên leşkerî yên artêşa Libnanê, lê moşek li qadên vala ketin.

    Li gorî daxuyaniya Libnanê, artêşê jî bi moşek û topên hawanê bersiv daye hedefên rêxistina terorîst.

    Li gorî çavknaiyên herêmî, êrişa moşekî ya milîtanên DAIŞê nebûye sedema ti zirarekê, lê cara yekemîn e ku rêxistina terorîst moşekên Grad bi kar tîne. Piştî êrişa DAIŞê, artêşa Libnanê hejmara leşker û wesayîtên zirxî li herêmê zêde kir.

    Di rojên dawî de artêşa Libnanê êrişa bi moşek û topên hawanê ya li hemberî DAIŞê zêde kiriye û tê pêşbînîkirin ku li herêmê operasyoneke berfireh li dar bixe.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Sûriyê amadekariya dûrxistina DAIŞê ji Deyr ez Zorê dike
    DAIŞê li sînorê Herêma Kurdistanê 'Wîlayetek' ava kir
    ‘DAIŞê hişt ku hejmara hiqûqnasan kêm bibe’
    DAIŞê li Dêra Zorê sivîlan bi zorê dibe şer
    Hê jî bi hezaran kurdên êzdî di destê DAIŞê de ne
    Etîketan:
    Artêşa Libnanê, DAIŞ, Sûriye, Libnan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de