17:46 23 Îlon 2017
Zindî
    Otobûsên milîtanan şewitandine

    ‘Rageşîya li Idlibê ya navbera grubên çekdar ji bo hemû dinyayê gef e’

    © REUTERS/ Ammar Abdullah
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 2610

    Pisporê stratejiya leşkerî yê Sûriyeyî Tumgeneral Muhammed Abbas li ser bilindbûna asta rageşiya li bajarê Idlibê got, rageşî û şerê navbera milîtanan ê li Idlibê ne tenê ji bo herêmê ji bo tevahiya dinyayê gefek e.

    Abbas ji Spûtnîkê re da xuyakirin, "Artêşa Sûriyê piştî deverên Ersal û Deyr ez Zorê xwe amade dike bajarê Idlibê azad bike. Ger sînorîbûna herêma Idlibê li ber çav bê girtin, cihekî gelekî girîng e."

    'LI ŞÛNA XWE RADEST BIKIN HÎN JÎ ŞER DIKIN'

    Pisporê leşkerî diyar kir, halêhazir milîtanên ku li Idlibê ne dikarin terorê red bikin û xwe radestî artêşa Sûriyê bikin û bi hev re şerê DAIŞê bikin, lê belê li şûna wê hîn jî sivîlan dikujin û gelek ji wan jî derbasî Ewropayê bûne.

    'YAN WÊ ŞER BIKIN YAN JÎ TERKA SÛRÎYÊ'

    Pisporê leşkerî yê Sûriyeyî Tumgeneral Muvaffaq Cuma jî got, "Terorîstên li Idlibê yan wê teslîm bibin, yan jî wê şerê bi artêşa Sûriyê û hevpeymanên wê re bidomînin. Bijarteyeke wan a din tune ye. Ji xwe piraniya terorîstên li vê herêmê şer dikin ne ji Sûriyê ne. Yan wê şer bikin yan jî wê terka Sûriyê bikin."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Kemerovoyê wesayîta zirxî ya leşkerî, li otomobîla ku dilezand qelibî
    ‘Tirkiye, ji bo YPGê piştgiriya xwe ya Dijberiya Sûriyeyê birî'
    Rûsya: Amerîka ji peymanê vekişe, emê bersiveke asîmetrîk bidin
    Di gorekî komî de termê 550 leşkeran hat dîtin
    Gabriel: Em li bende ne ku Tirkiye helwesta xwe biguherîne
    Li Îtalyayê Peykerê ‘Ramboyê Rûsî’ hat danîn
    DAIŞê li sînorê Herêma Kurdistanê 'Wîlayetek' ava kir
    Etîketan:
    Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de