04:28 21 Îlon 2017
Zindî
    Şervanên YPG

    ‘Tirkiye, ji bo YPGê piştgiriya xwe ya Dijberiya Sûriyeyê birî'

    © AFP 2017/
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 21401

    Piştî ku di medyaya erebî de hat ragihandin, Tirkiye piştgiriya malî ku dida Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Dijberiya Sûriyeyê biriye, rojnameger Musa Ozugurlu ji Sputnkê re eşkere kir ku, "Biryareke di cih de ye û muhtemel e hedefa Tirkiyeyê ew be ku bêtir li ser kurdan bisekine."

    Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Dijberiya Sûriyeyê ji portala nûçeyan a Zaman el-Vasl ku navenda wê li Sûriyeyê re axivîn û destnîşan kirin ku Tirkiye piştgiriya xwe yê malî ji bo wan daye rawestandin. Koalîsyona ku bi heldanên Amerîkayê di 11ê Mijdara 2012an de li Qeterê hat avakirin û Tirkiye, Erebistana Siûdî Qeter, Mîrektiyên Ereban, Brîtanya û Fransayê piştgirî didan û ji aliyê Koma Dostên Sûriyeyê ve wek nûnerê fermî ya Sûriyeyê dihat naskirin. Gelo çi bû ku Tirkiye mehê 320 hezar dolarî piştgiriyê dida rêxistinê çima birî?

    Rojnameger Musa Ozugurlu di derbarê mijarê de ji Sputnikê re axivî û ragihand ku, "ji ber ti hêzeke di deste rêxistinê de neyama û hatiye rewşeke sembolîk. Ji bilî çend rayedarên rêxistinê ku li Enqere û Stenbolê xebatan dimesînin, tiştek din nemaye. Piştî 7 salan hat hînbûn ku li qadê ti hêza Koalîsyona Neteweyî Hêzên Şoreşger û Dijberiya Sûriyeyê nemaye. Ji ber vê yeke Tirkiye piştgiriya xwe êdî bê wate dîtiye û dibe biryareke wiha girtibe. Tirkiye êdî dizane ku bi kesên tenê li otelan dijberiyê dike re nagihîje asteke din."

    ‘TIRKIYE BÊTIR LI SER HSD Û YPGê DISEKINE'

    Ozugurlu got: "Tirkiye bêtir li ser HSDê û YPGê ku ji xwe re wek gef dibine disekine. Tirkiye bivê yeke dixwaze bandorê zêdetir li YPGê bike. Çawa Amerîka ji bo hevkariya bi kurdan re bike, dev ji hêzên din berda, Tirkiyeye jî bêtirê li ser kurdan bisekine dibe hemleyeke wiha kiribe."

    Bi heman mijarî:

    Berdevkê Dijberiya Sûriyeyê: Îsraîl piştgiriya komên terorîst dike
    PYD: Em bi dijberiya Sûriyeyê re li ser parvekirina petrolê neaxivîn
    Mîlîtanên dijberiya Sûriyeyê êrişî gundên Efrînê kirin
    Dijberiya Sûriyeyê: ENKS nûnerê rasteqîn ên daxwazên kurdan e
    'CIAyê programa piştgirtina dijberiya Sûriyeyê rawestand'
    Etîketan:
    malî, dijberî, piştgirî, YPG, Sputnik, Musa Ozugurlu
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de