01:16 26 Îlon 2017
Zindî
    A man holds the flag of the Syrian Kurdish Democratic Union Party (PYD) as Kurds living in Greece protest in central Athens on October 8, 2014

    Sûriye bersiva biryara hilbijartina kurdan da: Berdêla wê gelekî baş dizanin

    © AFP 2017/ LOUISA GOULIAMAKI
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 12607

    Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Faysal Miqdad, hilbijartina meclîsa herêmî û şaredariyê yên li herêmê di bin kontrola Hêzên kurdan ya li Sûriyeyê nirxand.

    Miqdad li Şamê ji Reutersê û BBCyê re axivî û got: "Hilbijartin dê wek henekekê bin. Dê destûr nedin ti axa Sûriyeyê bê parçekirin. Em bawerin ku welatiyên sûrî ên li Rojava rewşa li welêt nexin xetereyê hene. Kesên ku dixwazin welêt parçe bikin, berdêla wê gelekî baş dizanin."

    Miqdad destnîşan kir ku Şam divê bi lezgînî herêmên di bin kontrola kurdan de ne, ji nû ve kontrol bike.

    Meclîsa Damezrîner a Federasyona Bakurê Sûriyeyê biryar dabû ku di 22ê Îlonê de hilbijartina komînan, 3ê Mijdara 2017an hilbijartina şaredarî û 19ê Çileya 2018an de jî hilbjartinê herêman û Kongreya Demokratîk a Gelên Bakurê Sûriyeyê werin lidarxistin.

    Bi heman mijarî:

    Ji artêşa Tirkiyeyê bo sînorê Rojava sewkiyata leşkerî
    Li Rojava akademîsyenek hat kuştin
    ‘Baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Rojava ne tiştekî veşartî ye'
    Fermandarê HSDê: Amerîka li Rojava navendeke din a leşkerî ava dike
    ‘Erebîstana Siûdî bê Rojava li Kendavê nikare tiştekî bike’
    Etîketan:
    biryar, hilbijartin, Reuters, Faysal Miqdad, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de