17:42 23 Îlon 2017
Zindî
    Artêşa Sûriyeyê

    Artêşê herêma stratejîk ji destê rêxistinê derxist

    Sputnik
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 43 0 0

    Artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya başlafirên şer ên Rûsyayê bajarokê El Sukna ku dikeve rojhilatê Hûmsê ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê derxist. Bi kontrolkirina bajarokê El Sukna artêş zêdetir nêzîkî Dêra Zorê bû.

    Hikmet Durgun

    Li gorî çavkaniyên ku ji artêşa Sûriyeyê hatine wergirtin, artêşê bi bi tevlîbûna 8 hezar leşker û bi piştgiriya balafirên şer ên Rûsyayê şevê din di aliyê başûr û başûrê rojhilat de kete nava bajarokê El Sukna. Piştî şer û pevçûnên dijwar artêşa Sûriyeyê bajarok ji destê milîtanên terorîst derxist. Di pevçûnan de ji xeyrî kuştina emîrê DAIŞê yê El Sukna Ebû Omer El Tunusî gelek milîtanên din jî hatin kuştin.

    Artêşê li bajarokê El sukna dest bi paqijiya bombe û mayînên çandî kir û ji bo bajarok rastî êrişeke din nê bergiriyên ewlehî girtin. Ji aliyê din ve Komeleya Mafê Însanî ya Sûriyeyê jî ku navenda wê li Îngîltereyê ye ragihand ku bajarokê El Sukna ji aliyê hêzên hikûmetê ve hat kontrolkirin.

    Bajarokê El Sukna ev zêdetirî di salan bû ku di kontrola rêxistina terorîst a DAIŞê de bû. Artêşê bi kontrolkirina El Sukna nêzîktirî bajarê Dêra Zorê bû.

    Bi heman mijarî:

    ‘Artêşa Sûriyeyê çend gund û herêmên başûrê Reqayê kontrol kirin
    Artêşa Sûriyeyê 40 bîrên petrolê kontrol kir
    Artêşa Sûriyeyê îstasyona xazê ya `Xeyl` ya Humsê ji destê DAIŞê derxist
    Artêşa Sûriyeyê kontrola bajarok Rûsafa û 20 gundên nêzî Reqayê bi dest xist
    Artêşa Sûriyeyê kontrola bajaroka nêzî Reqayê bi dest xist
    Etîketan:
    Artêşa Sûriyeyê, DAIŞ, Ebû Omer El Tunusî, El Sukna, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de