20:41 24 Îlon 2017
Zindî
    Hevserokê PYDê Salih Muslim

    Mislim: Em ne ji bo herêmeke serbixwe ji bo Sûriyeke demokratîk dixebitin

    © AFP 2017/ JACQUES DEMARTHON
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 10220

    Hevserokê PYDê Salih Mislim di hevpeyvîneke xwe de ragihand ku ew ne ji bo herêmeke serbixwe ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û federal dixebitin.

    Hevserokê PYDê Salih Mislim di hevpeyvîna xwe ya ajansa nûçeyan a almanî yaDPAyê de got: "Em ne ji bo herêmeke serbixwe ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û federal dixebitin. Hewldaneke me ji bo avakirina Kurdistana Rojava tuneye."

    Salih Mislim di berdewamiya axaftina xwe de ji bo mana hêzên Amerîka li Rojava got: "Amerîka bi awayekî demkî navendên xwe li Rojava ava kirine, pispor û şêwirmendên Amerîkayê jî niha ji bo birêvebirina şer li herêmê ne. Amerîka ji bo qonaxa piştî têkçûna DAIŞê ti soz nedaye me."

    Mislim di dirêjiya hevpeyvîna xwe de got: "Ti peymanên siyasî di navbera me û Amerîkayê de tinene, tenê ji bo şerê li dijî DAIŞê hêzên hevpeymanan alîkariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dikin."

    Bi heman mijarî:

    Mislim: Em referandûma serxwebûnê li Rojava nakin
    Amerîka vîze neda Salih Mislim
    Salih Mislim: ‘Divê kurd şaşiyên berê nekin û bibin yekdeng'
    Îdîanameya teqîna Enqereyê ku Salih Mislim jî bersûc e hat amadekirin
    Salih Mislim dê li parlamentoya Brîtanyayê axaftinek bike
    Mislim: Operasyonan nehişt ku Sûriya bibe beşek ji Împeratoriya Osmanî ya nû
    Etîketan:
    Sûriyeya demokratîk û federal, Hevseroke PYDê, Salih Mislim, Rojava, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de