04:32 24 Îlon 2017
Zindî
    HSD

    Bi çekên giran êrişî çekdarên HSDê kirin: 2 jê fermandar 34 kuştî

    © REUTERS/ Rodi Said
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 50730

    Operasyona kontrolkirina bajarê Reqqayê di roja 61emîn de bi hemû hêza xwe didome. Di şer û pevçûnên 7 taxan de 34 milîtanên DAIŞê ji aliyê çekdarên HSDê ve hatin kuştin.

    Li gorî çavkaniyên herêmî li 7 taxên bajarê Reqqayê şer û pevçûnên dijwar di navbera çekdarên Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) û milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê de qewimîn. Di şerê 24 seetên dawî de fermandar jî di nav de 34 milîtan hatin kuştin û gelek cebilxane jî hate desteserkirin.

    Di şerê taxa EL-Kerîm de 14 milîtanên DAIŞê hatin kuştin û termê gelek ji wan li kolanên taxê ne, gelek çekên giran û cebilxane jî ketin destê HSDê. Herwiha li taxên Berîd û Nehda yên li aliyê bakur- rojavayê bajar jî, şer dewam dike. Di vî şerî de 2 jê fermandar 8 milîtan hatin kuştin û li taxa Rewda ya aliyê bakur- rojhilatê bajêr jî, êrişa DAIŞê ji aliyê çekdarên HSDê ve hate şikandin, li wir jî 5 milîtan hatin kuştin.

    Ji aliyê din ve li taxa Reqa Kevin jî, li herêma Mizgefta El-Etîq şer rû da. Li vir 4 û li navenda taxa Nezlit Şihadê ya aliyê başûrê Reqayê jî 3 milîtanên terorîst ên DAIŞê ji terefê çekdarên HSDê ve hatin kuştin.

    Bi heman mijarî:

    HSD: Me nîvê Reqayê ji DAIŞê paqij kir
    HSD amadekariya şerekî giran li Rojavayê Reqayê dike
    Amerîka: Ji sedî 30yê Reqayê hat rizgarkirin, HSD ji 4 aliyan ve pêşve diçe
    General Anderson: Wê HSD li demeke nêzîk Reqayê ji DAIŞê bistîne
    HSD: Artêşa Sûriyeyê êrişî çeperên me bike em ê bersivê bidin
    HSD: Di nava 12 rojan de 4 tax hatin kontrokirin û 312 DAIŞî hatin kuştin
    Etîketan:
    Operasyona kontrolkirina Reqqayê, DAIŞ, Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD), Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de