17:52 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Efrîn

    ‘YPGê û Hikûmeta Sûriyê ji bo vekirina rêya Efrîn û Helebê li hev kir’

    © Foto: Panoramio
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 35780

    Siyasetmedarê Kurd ê Sûriyê Rêzan Hido îdia kir ku hêzên YPGê û yên girêdayî hikûmeta Sûriyê li ser vekirina rêya di navbera bajarê Efrînê û bajarê Helebê li hev kirin.

    Rêzan Hido ku nêzîkî Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) tê naskirin got, hêzên YPG û hikûmeta Sûriyê li hev kirine ku rêya navbera Heleb û Efrînê were vekirin.

    Li gor nûçeya BasNewsê Rêzan Hido da xuyakirin, li gorî rêkeftina wan ew otomobîlên ku pilakên wan ji aliyê rêveberiya Efrînê ve neyên piştrastkirin, nikarin derbasî nav bajarê Efrînê bibin.

    Donald Trump
    © AFP 2017/ Nicholas Kamm
    Herwiha nabe hêzên girêdayî hikûmeta Sûriyê pêşiya welatiyên Efrînê yên ku dixwazin biçin Helebê bigirin.

    Li gor jêderên Efrinêne hêzên hikûmeta Sûriyê ev çend roj in rêya navbera bajarê Efrîn û Helebê girtibûn ku ew rê ji Efrînê diçe Helebê û ji bajarokên Zehra û Nubil re derbas dibe.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Kislyak bersiv da helwesta Amerîkayê ya bo Spûtnîk û RTyê
    Trump spasî li Rûsya û Çînê kir
    Li balafirgeha Stenbolê şer û pevçûn: 70 kes bi hev ketin
    Balafiran herêma sivîl a Reqayê bombardiman kir: 43 kes mirin
    Erdogan: Hûn dizanin ku ev birayê min jî kurd e
    5 hezar û 500 kewên gozel berdane xwezayê
    Serokatiya Herêma Kurdistanê ew nûçe derewand
    Etîketan:
    Sûriye, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de