09:50 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Reqa bombardimana Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞÊ

    Koalîsyona bi pêşengiya Amerîkayê li Reqqayê bombeya fosforê bi kar anî

    © REUTERS/ Rodi Said
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 7722

    Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Sûriye ya SANAyê, koalîsyona dijberî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike li Reqqayê li hemberî nexweşxaneyekê bombeya fosforê bi kar anî.

    Cîgirê Dîrektorê SARCê yê baskê Hêyva Sor a Sûriyeyê Dina al-Asaad di axaftina xwe ya SANAyê de got: "Roja pêncşemê Nexweşxaneya Neteweyî ya Reqqayê ji aliyê hêzên koalîsyonê ve hat bombebarankirin û koalîsyonê di êrişê de bombeya fosforê bi kar anî.

    Dina al-Asaad di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Koalîsyonê zêdetirî 20 bombe avêtin nexweşxaneyê û di êrişê de jeneratorên elektrîkê, ambulans û avahiyên nexweşxaneyê hedef hatin girtin."

    Nûnerê Hêyva Sor a Sûriyeyê di dirêjiya axaftina xwe de got: "Nexweşxaneya ku hatiye bombebarankirin xizmeta gelek însanan dikir. Ji xwe li bajarê Reqqayê klînîk û nexweşxaneyên rêxistina terorîst a DAIŞê bi xwe hene. Li nexweşxaneya ku hat bombekirin endamên DAIŞê tunebûn."

    Herwiha koalîsyona dijneriya DAIŞê berê jî di êrişên xwe yên Reqqayê de bombeya fosfor ku hatiye qedexekirin bi kar anî bûn.

    Bi heman mijarî:

    Sûriye: Welatên Rojavayî alîkariya terorê tercîh kirin
    Malikî ji bo Rûsyayê: Nehêlin ku Sûriye parçe bibe
    ‘Ji ber ku YE naxwaze bibe hevsînorê Sûriye û Iraqê, endamtîya Tirkiyê naxwaze’
    Sûriye: Enqere partnerê sereke yê terorîstan e
    Sûriye hişyarî da Amerîkayê: Em ê bersivê bidin
    Etîketan:
    Koalîsyona dijberiya DAIŞê li Reqqayê bombeya fosforê bi kar anî, Cîgirê Dîrektorê SARCê yê baskê Hêyva Sor a Sûriyeyê, Dina al-Asaad, Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de