02:05 22 Cotmeh 2017
Zindî
    HSD

    Xeta parastinê hat şikandin: Yek jê fermandar 15 kuştî

    © REUTERS/ Rodi Said
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 32070

    Operasyona kontrolkirina bajarê Reqqayê ji aliyê çekdarên Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve bi hemû hêza xwe didome. Di pevçûnên çend seetên dawî de 15 milîtanên terorîst hatin kuştin.

    Operasyona kontrolkirina bajarê Reqqayê ji aliyê çekdarên Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve bi hemû hêza xwe didome. Di pevçûnên çend seetên dawî de 100 sivîlên reqqayî ji dorpêça terorîstên DAIŞî hatin rizgarkirin û xeta parastinê ya milîtanên terorîst hat şikandin. Di şer û pevçûnan de 15 milîtanên DAIŞî hatin kuştin.

    Li gorî çavkaniyên herêmî, li taxa Nezlit Şehadê ya dikeve başûrê bajar şerekî giran di navbera çekdarên HSD û terorîstên DAIŞê de qewimî. Çekdarên kurd xeta parastin a terorîstên DAIŞê şikand. Di şer û pevçûnên wê taxê de, 5 milîtan hatin kuştin û cenazeyên 2 milîtanan tevî miqdarek cebilxane, ketin destê HSDê. Herwiha şervanan 100 welatiyên sivîl ku jin û zarok jî di nav de bûn ji dorpêça terorîstên DAIŞê rizgar kirin.

    Ji aliyê din ve li taxa Berîd a bakur rojavayê bajar jî şer û pevçûnên dijwar di navbera çekdarên HSDê û terorîstên DAIŞê de rû da. Di encama pevçûnan de yek jê fermandar 3 milîtanên DAIŞê hatin kuştin. Li taxa Rewda ya dikeve bakur rojhilatê bajar jî di encama pevçûnan de 7 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.

    Bi heman mijarî:

    HSD: Me nîvê Reqayê ji DAIŞê paqij kir
    HSD amadekariya şerekî giran li Rojavayê Reqayê dike
    Amerîka: Ji sedî 30yê Reqayê hat rizgarkirin, HSD ji 4 aliyan ve pêşve diçe
    General Anderson: Wê HSD li demeke nêzîk Reqayê ji DAIŞê bistîne
    HSD: Artêşa Sûriyeyê êrişî çeperên me bike em ê bersivê bidin
    Etîketan:
    Operasyona kontrolkirina Reqqayê, DAIŞ, Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD), Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de