23:45 23 Cotmeh 2017
Zindî
    YPG güçleri

    ENKS: Me got PYD-YPG ne rêxistina terorê ye

    © AFP 2017/ Delil Souleiman
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 31150

    Serlêdana Hevpeymaniya Hêzên Şoreşger û Muxalîfên Sûriyê ya Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ku xwestibûn YPG û PYD bikevin lîsteya terorê di nav ENKSê de bû sedema krîzê.

    Hikmet Durgun

    Cîgirê Serokê Hevpeymaniya Muxalefeta Sûriyê Ebdulbasit Hemo ku di heman demê de rêveberê Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ye ji Spûtnîkê re got, serlêdana muxalefeta Sûriyê ya ku ji NYyê xwestine YPG bixin lîsteya terorê bêyî agahdariya wan hatiye kirin û ew li dijî wê derketine.

    Serokê Komîteya Hiqûqê ya Hevpeymaniya Muxalefeta Sûriyê Heysem Malih jî di daxuyaniyeke xwe ya dawî de gotibû, ‘PYD û hêzên girêdayî wê terorîst in û li Sûriyê tawanên li dijî mirovatiyê dikin.'

    Ebdulbasit Hemo di daxuyaniya xwe ya ji bo Spûtnîkê de li dijî helwesta muxalefeta Sûriyê ya derbarê PYD û YPGê de derket û got, "Em wek Kurdên di nav Hevpeymaniya Muxalefeta Sûriyê de cî digirin, vê serlêdanê qebûl nakin û rast nabînin. Serlêdana bo xistina lîsteya terorê ya YPGê bêyî agahdariya me hatiye kirin. Helwesteke li ser mijareke wisa girîng a bêyî me nerast e."

    Hemo bal kişand ser ku Serokê Komîteya Hiqûqê Heysem Malih bi serê xwe tevgeriyaye û piştî serlêdana KENYê bi 2 rojan di civîna siyasî ya Hevpeymaniya Muxalefeta Sûriyê de rexne lê hatine girtin.

    Hemo diyar kir, muxalefetê piştre dîsa di civîna çapameniyê de xwestiye PYD bikeve lîsteya terorê, lê ew li dijî vê yekê derketine û got, "Me got PYD ne rêxistina terorê ye. Bila gelek partî û rêxistin ji bo lîsteya terorê werin nirxandin. Tenê ji bo PYDê mijarê bînin rojevê nerast e. Em ji vê aciz bûn."

    Cîgirê Serokê Hevpeymaniya Muxalefeta Sûriyê û rêveberê Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Ebdulbasit Hemo
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Cîgirê Serokê Hevpeymaniya Muxalefeta Sûriyê û rêveberê Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Ebdulbasit Hemo

    Hêjayî bîrxistinê ye Hevpeymaniya Hêzên Şoreşger û Muxalîfên Sûriyê, di sala 2012an de li paytexta Qeterê Dohayê hat damezirandin û ji ENKSê jî 11 endamên wê hene ku 2 cîgirên serokan jî ji ENKSê ne.

     

    Bi heman mijarî:

    Roja bîranîna kurdên Êzidî
    Ji Hevpeymaniya Navdewletî li ser kuştina sivîlan mikurhatineke dilsot
    Qaqlîbazî mudexale li rewşa hewayê kir
    YEyê ji bo 'Siemens'ê mueyîdeyên nû li ser Rûsyayê sepandin
    Pûtîn 50 hezar ferxikên masiyan berda nav Gola Baykalê
    Amerîka: Rêveberiya Sûriyeyê aktîvîstê navdar Hardabîl îdam kir
    ‘Amerîka bi bêhneke fireh ji xwe re Kurdistanê ava dike'
    YPGê bîlançoya meha Temuzê ya şer ragihand
    DAIŞê li Dêra Zorê sivîlan bi zorê dibe şer
    Pûtîn: Bila herkes karê xwe bike
    ‘Divê wekî Mertalê Firatê em bikaribin mudaxeleya Kurdistanê jî bikin'
    Etîketan:
    Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de