09:06 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Rakka'da IŞİD'le savaşan bir YPG mensubu

    ‘Amerîka bi bêhneke fireh ji xwe re Kurdistanê ava dike'

    © REUTERS/ Goran Tomasevic
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 135 0 0

    Rojnamevan û nivîskar Guller bicihkirina HSDê ku YPGê pêşengiya wê dike li Reqayê nirxand û got, piştî Iraqê, Amerîka li Sûriyeyê jî gav bi gav ber bi armanca xwe ya "damezirandina Kurdistanê" ve diçe û diyar kir ku hevkariya Enqere û Şamê dikare rê li ber vî tiştî bigire.

    Hate ragihandin ku koalisyona navdewletî ku Amerîka pêşengiya wê dike, piştî kontrolkirina bajarê Reqayê ji DAIŞê ji bo parastina bajêr 850 kesan perwerde bike herwiha di nav hêza ku were perwerdekirin de, dê HSDê jî cih bigire. Beşdarbûna YPGê di operasyona Reqayê de pirsa ‘Li bakurê Sûriyeyê xîma dewleteke kurdî tê avêtin' anî rojevê.

    Li gorî rojnamevan û nivîskar Mehmet Ali Guller ji Sputnikê re axivî, "Daxuyaniya Washingtonê, dide nîşandan ku li bakurê Sûriyeyê plana avakirina dewleteke kurdî tê armanckirin."

    Piştî Iraqê, Amerîka li Sûriyeyê jî gav bi gav ber bi armanca xwe ya "damezirandina Kurdistanê" ve diçe û wiha pê de çû:

    'JI XWE HESABA AMERÎKAYÊ JÎ EV E'

    "Ratiya têkoşina li dijî DAIŞê ya bi navê ‘Stratejiya Obama' ya Amerîkayê, hêzên kurdan PYD/YPGê li herêmên ku ji DAIŞê bên rizgarkirin, werin bicihkirin bû. Bivê yekê her sê kantonên ku PYDê ragihandibû dê biheva bihata girêdan û him jî berjêr pêşveçûn bidest bixintina. Herwiha bivê yeke di bin navê têkoşîna li dijî DAIŞê de xîma avakirina dewleteke kurdî bê avêtin bû."

    Guller diyar kir ku Amerîka dixebite ku YPGê bike artêşeke konvansiyonel. Tenê YPG eger bibe artêşeke konvansiyonel dikare bibe hakimê bakurê Sûriyeyê. Ji xwe hesaba Amerîkayê jî ev e.

    ‘SÛRIYE Û TIRKIYE NEBIN YEK KURDISTAN TÊ AVAKIRIN'

    Nivîskarê tirk diyar kir ku hevkariya Enqere û Şamê dikare rê li ber plana Kurdistanê ya Amerîkayê bigire û got: "Divê Tirkiyeyê meseleye bi vî şiklî bibîne û berjewendiyên Enqere û Şamê div ê meseleyi de bibîne ku yek e.

    Tenê li hevkirina Enqereyê û Şamê dikare vê yeke berevajî bike. Yan jî piştî Iraqê, Amerîka li Sûriyeyê jî gav bi gav ber bi armanca xwe ya "damezirandina Kurdistanê."

    Bi heman mijarî:

    Amerîkayê li ser dayîna tankan bo YPGê daxuyanî da
    Şêwirmendê Trump: Di Kongreya Amerîkayê de piştgiriya Kurdistanê xurt e
    Piştî çend mehan di navbera Rûsya û Amerîkayê de ev cara yekemîn e
    Rûsya, Îran û Koreya Bakur li dijî mueyîdeyên Amerîkayê dê koalîsyon ava bikin?
    Tirkiye: Em Amerîkayê protesto dikin
    Etîketan:
    plan, dewlet, avakirin, kurdî, DAIŞ, Sputnik, Mehmet Ali Guller
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de