08:46 17 Cotmeh 2017
Zindî
    DAIŞ

    DAIŞê li Dêra Zorê sivîlan bi zorê dibe şer

    © AP Photo/ Mohammad Hannon, File
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 23 0 0

    Rêxistina DAIŞê li bajarê Dêra Zorê li dijî Artêşa Sûriyeyê bangî welatiyên sivîl ku şer bikin. Rêxistinê belavok belav kirin û kesên ku temenê wan di navbera 20-30an de ne, xwest ku biçin xalên kontrolê yên rêxistinê.

    Hikmet Durgun

    Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên pêbawer ên li herêmê hatin wergirtin rêxistina DAIŞê li dijî operasyonên Artêşa Sûriyeyê yên li çolter û bajarê Dêra Zorê gelek ketiye tengasiyan û ji ber vê yeke welatiyên sivîl neçarî şer kirine dike. DAIŞê divê çerçoveyê de belavok li bajarê Dêra Zorê belav kirin û bandî tevlîbûna şer dike.

    Li gorî daxuyaniya belavokan, hemû zilamên ku temenên wan di navbera 20 û 30an de ne, divê xwe bigihînin noqteyên kontrolê yên rêxistinê.

    ‘Dê BI ZORÊ BIBIN ENIYA ŞER'

    Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku sivîlên beşdarî şer bibin, dê beriya şer perwerdehiya leşkerî bibinin. Lê din av hefteyeke de kesên ku neyên noqteyên kontrole, dê bi zorê bibin eniya şer.

    Ji aliyê din ve hat eşkerekirin ku rêxistinê bi zorê sivîl birin eniya şer.

    Artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya hewayî ya balafirên şer ên Rûsyayê, gelek gundên li çoltera Dêra Zorê kontrol kiribû.

    Bajarê Dêra Zorê û derdora wê ku li ser Çemê Firatê ye û dikeve bakurrojhilatê Sûriyeyê ye, di bin kontrola DAIŞê de ye, 2 taxên û balafirgeh jî di bin kontrola Artêşa Sûriyeyê de ye.

    Bi heman mijarî:

    Balafirên koalîsyonê li Dêra Zorê xistin: 18 sivîl hatin kuştin
    DAIŞê êrişî Dêra Zorê kir: 15 sivîl mirin
    Milîsên sûryanî bo beşdarî operasyona li dijî DAIŞê bibin çûn Dêra Zorê
    Artêşa Sûriyeyê êriş li dijî DAIŞê li Dêra Zorê da destpêkirin
    DAIŞ paytexta xwe ji Reqayê bar dike Dêra zorê
    Li Dêra Zorê operasyona taybet: 14 milîtan hatin kuştin
    Etîketan:
    şer, sivîl, DAIŞ, Sputnik, sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de