08:45 17 Cotmeh 2017
Zindî
    YPG - Operasyona Reqqayê

    Amerîka li Rojava hêzeke çekdar a mayînde ava dike

    © REUTERS/ Goran Tomasevic
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 23530

    Berdevkê koalîsyona dijberiya DAIŞê Albay Ryan Dillon di axaftina xwe de ragihand ku ji bo ewlehî û parastina bajêr ji hêzên herêmî 850 kes perwerde kirine. Li gorî îdîayan HSD jî di nav de cih digre.

    Berdevkê koalîsyona dijberiya DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike Albay Ryan Dillon bi rêya vîdyo konferansê bi Wezareta Parastin a Amerîkayê (Pentagon) re axivî. Dillon di axaftina xwe de ragihand ku ji bo ewlehî û parastina bajêr ji hêzên herêmî 850 kes perwerde kirin û niha ev hêz di nava bajêr de kar dike.

    Ryan Dillon di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hêza ewlehiya navxweyî ya Reqqayê piranî ji xelkê ereb û ji xwebexşên dijberiya DAIŞê pêk tê. Ev hêz li herêmên bajêr yên ku ji terorîstan hatiye paqijkirin kar dikin, rê li ber reva milîtanên DAIŞê digirin û ewlehiyê saz dikin."

    Dillon di dirêjiya axaftina xwe de got: "Vê hefteyê perwerdeya 230 kesên din qediya û ew jî tevlî grûbê ewlehiyê bû. Niha hejmara wan gihîştiye 850 kesî. Koalisyon ji xeyrî perwerdeya çekî, alîkariya pêşî, şerê çekdarî, lêgerîn û operqasyonên noqteyî de grûbê perwerde dike."

    Li gorî îdîayan Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî di nav hêza ewlehiya navxweyî ya Reqqayê de cih digre.

    Bi heman mijarî:

    ‘Reqqa heta 3 mehan azad dibe’
    Rêya navbera Reqqa û Şamê hat kontrolkirin
    Piştî Reqqa bikeve, kî dê li wê derê bimîne?
    HSD: Rêya di navbera Reqqa û Dêra Zorê de hat qutkirin
    'Barzanî ji bo Reqqa, Şingal û statûya Kurdistanê hat Tirkiyeyê'
    Etîketan:
    berdevkê koalîsyona dijberiya DAIŞê, HSD, Albay Ryan Dillon, Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de