17:51 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Artêşa Sûriyeyê

    ‘Artêşa Sûriyeyê çend gund û herêmên başûrê Reqayê kontrol kirin

    Sputnik
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Hate ragihandin ku Artêşa Sûriyeyê kontrola hin gund û herêmên başûrê Reqayê ji nû ve bi dest xistin.

    Çavkaniyeke leşkerî ji Sputnikê re axivî û ragihand ku Artêşa Sûriyeyê operasyonên serkeftî li herêma çolê pêk aniye û herêmên girîng ên başûrê Reqayê bi dest xistine.

    Heman çavkaniyê, "Hêzên Artêşê, herêma petrole el Ceraih, gundên Hûveja Şana, el Rahba, el Sabkayê û herêma 30 kîlometrokareyê li başûrê Çemê Firatê bi dest xistin."

    Çavkaniyê eşkere kir ku operasyon di 14ê Temuzê de li başûrê Reaqayê dane destpêkirin û got: "Ez dikarim bibêjim ku gelek milîtanên DAIŞê hatine kuştin. Ji aliyê din ve bi sedan militan jî birîndar bûn, 330 wesayît, 12 fermangeh, 3 tank, 2 wesayîtên bizirx, depoyên cebilxaneyan û gelek cureyên çekan hatin îmxakirin."

    Çavkanî destnîşan kir ku di nav milîtanên hatine kuştin de hemwelatiyên Erebistana Siûdî, Fas, Libya, Tûnûs û Çeçên hebûne.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Sûriyeyê 40 bîrên petrolê kontrol kir
    Artêşa Sûriyeyê îstasyona xazê ya `Xeyl` ya Humsê ji destê DAIŞê derxist
    Artêşa Sûriyeyê kontrola bajarok Rûsafa û 20 gundên nêzî Reqayê bi dest xist
    Artêşa Sûriyeyê kontrola bajaroka nêzî Reqayê bi dest xist
    HSD: Artêşa Sûriyeyê êrişî çeperên me bike em ê bersivê bidin
    Etîketan:
    kontrol, herêm, Sputnik, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de