17:58 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Li ser dîwarekî Helebê logoya koma muxalîfên Sûriyê Ahrar'ş Şam

    Koma dijberiya Sûriyeyê dê çekên Amerîkayê lê vegerîne

    © AFP 2017/ George OURFALIAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Koma dijber Şuheda el-Karyeteyn (Şûhûk) ku li şuna DAIŞê li dişî Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad şer dike, îadekirin çekên ku ji koalisyona navneteweyî ku Amerîka pêşengiya wê dike wergirtibûn, qebûl kir.

    Berdevkê koalisyona li dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike Albay Ryan Dillon ragihand ku têkiliyên xwe ji ber rêxistin qebûl nekiriye li dijî DAIŞê şer bike, qut kirine û encamên hevdîtina bi Şûhûkê re eşkere kir.

    Dillon destnîşan kir ku hevdîtina bi rayedarên Şûhûkê re gelek baş derbas bûye û di hevdîtinê de îadekirina çekên ku dane rêxistinê axivîne. Dillon eşkere kir ku rêxistina Şûhûkê qebûl kiriye ku li herêmên kêmkirina rageşiyan operasyon pêk neynê.

    Dillon eşkere kir ku hêzên koalisyona navneteweyî piştgiriya xwe yê bo rêxistinê qut kiriye û dibe hin milîtanên rêxistinê li dijî DAIŞê şer bikin û dê şêwirmendî, perwerdehî û alîkariya koalisyona navneteweyî bo hêzên li dijî DAIŞê şer dikin dewam bike.

    Bi heman mijarî:

    Dijberiya Sûriyeyê ji bo YPGê têkeve 'lîsteya terorî' serî li NYê da
    Berdevkê Dijberiya Sûriyeyê: Îsraîl piştgiriya komên terorîst dike
    PYD: Em bi dijberiya Sûriyeyê re li ser parvekirina petrolê neaxivîn
    Mîlîtanên dijberiya Sûriyeyê êrişî gundên Efrînê kirin
    Dijberiya Sûriyeyê: ENKS nûnerê rasteqîn ên daxwazên kurdan e
    'CIAyê programa piştgirtina dijberiya Sûriyeyê rawestand'
    Etîketan:
    dijber, îade, çek, DAIŞ, Ryan Dillon, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de