13:35 20 Cotmeh 2017
Zindî
    HSD

    Bi wesayîtên bombekirî êrişî noqteyên kontrole kirin: 28 kuştî

    © AP Photo/ Syrian Democratic Forces
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 27470

    Operaysona kontrolkirina bajarê Reqqayê ji aliyê çekdarên Hêza Sûriyeya Demokratîk ve didome. Di şer û pevçûnên çend seetên dawî de 28 milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê hatin kuştin.

    Çekdarên HSDê li eniyên başûr û bakurê Reqqayê pêşve diçin. Li taxa Rewda ya dikeve başûrê bajar milîtanên terorîst bi du wesayîtên bombebarkirî û bi du grûpan êrişî noqteyên kontrolê yên çekdaran kirin. Êriş rastî bersivdayîna çekdarên HSDê hat û herdu wesayîtên bombebarkirî beri ku bigihîjin noqteya kontrolê hatin rûxandin.

    Di şer û pevçûnên ku li taxê qewimî de 9 milîtanên terorîst ên DAIŞê hatin kuştin û cebilxaneyên wan hatin desteserkirin. Li taxa Nehda ya dikeve bakurê bajar û herêma Mesakin Idixar jî pevçûnên dijwar qewimîn û di encamê de li wir jî 11 terorîst hatin kuştin û gelek noqteyên tratejîk hatin bidestxistin.

    Ji aliyê din ve li taxa Hîşam Bin Ebdulmelik jî şer û pevçûn derketin, 3 hêrêm hatin kontrolkirin û 8 milîtanên DAIŞê hatin kuştin.

    Bi heman mijarî:

    HSD: Me nîvê Reqayê ji DAIŞê paqij kir
    HSD amadekariya şerekî giran li Rojavayê Reqayê dike
    Amerîka: Ji sedî 30yê Reqayê hat rizgarkirin, HSD ji 4 aliyan ve pêşve diçe
    General Anderson: Wê HSD li demeke nêzîk Reqayê ji DAIŞê bistîne
    HSD: Artêşa Sûriyeyê êrişî çeperên me bike em ê bersivê bidin
    HSD: Di nava 12 rojan de 4 tax hatin kontrokirin û 312 DAIŞî hatin kuştin
    Etîketan:
    Operasyona kontrolkirina Reqqayê, DAIŞ, HSD, Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de