17:52 20 Cotmeh 2017
Zindî
    HSD

    Pêşveçûna HSDê dewam dike: Gelek herêm hatin kontrolkirin

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 2910

    Pêşveçûna şervanên HSDê didome û herêmên mizgefeta El-Muna, Bustan û keracê yên dikevin başûrê bajêr ji DAIŞê hatin rizgarkirin.

    Operasyona kontrolkirina bajarê Reqayê ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku YPG pêşengiya wê dike dabû destpêkirin dewam dike. Hate ragihandin ku ji saetên sibehê ve li taxa Hîşam Bin Ebdulmelik a dikeve başûrê bajarê Reqayê, şerekî dijwar rû dide û encamê de herêmên mizgefta Muna, Bustan û keracê hatin rizgarkirin. Rûbera van herêmên 2 km2. Her wiha 8 milîtanên DAIŞê hatin kuştin û hejmarek militan jî tevî birîndarên xwe ji qadê reviyan navenda bajêr û herêma kolêja endezyariyê.

    Hate diyarkirin ku ji taxê tenê herêma kolêja endezyariyê û herêmên derdorê di destê DAIŞ′ê de mane. Ev herêm jî ji aliyê şervanan HSDê ve hatine dorpêçkirin, da korîdoreke bi ewle ji bo sivîlên ku di hundir de asê mane, were vekirin. Şevê din jî hejmarek welatiyên sivîl dema ku hewl didan ji taxê birevin, di encama mayînên DAIŞê de, birîndar bûn û ji aliyê şervanan ve hatin rizgarkirin.

    Li taxa Rewda ya dikeve bakur rojhilatê bajêr jî, milîtanên DAIŞê bi du erebeyên bombebarkirî êrîşî noqteyên şervanên HSDê kirin. Hate eşkerekirin ku her du erebe beriya bigêjin armanca xwe hatin rûxandin. Di encamê de du şervanên HSDê birîndar bûn.

    Beriya saetekê şer veguherî taxa Berîd a dikeve bakur rojavayê bajêr. Şervan ber bi herêma Mesakin Idîxar û taxa Nehda ve pêşve çûn. Lê derbarê şerê ku li wê herêmê rû da de, tu agahî nehatin bidestin.

    Bi heman mijarî:

    HSD: Me nîvê Reqayê ji DAIŞê paqij kir
    HSD amadekariya şerekî giran li Rojavayê Reqayê dike
    Amerîka: Ji sedî 30yê Reqayê hat rizgarkirin, HSD ji 4 aliyan ve pêşve diçe
    General Anderson: Wê HSD li demeke nêzîk Reqayê ji DAIŞê bistîne
    HSD: Artêşa Sûriyeyê êrişî çeperên me bike em ê bersivê bidin
    Etîketan:
    kontrolkirin, HSD, DAIŞ, Reqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de