09:46 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Balyozxaneya Rûsyayê li Şamê

    Bi hawanan êrîşî balyozxaneya Rûsya ya li Şamê kirin

    © Sputnik/ Mikhail Alaeddin
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 29 0 0

    Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ragihand ku êrîşeke bi hawanan li ser balyozxaneya Rûsya ya Şamê hatiye kirin.

    Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin, du guleyên hawanê li nav sînorê Balyozxaneya Rûsyayê ketine û her du gule jî li nêzîkî balyozxanê teqîyane.

    Hat diyarkirin ku di êrîşê de ti kesekî can nedaye, lê xisareke madî ya biçûk çêbûye.

    'EM ÊRÎŞÊ ŞERMEZAR DIKIN'

    Wezareta Derve ya Rûsyayê êrîşa li ser nûnertiya xwe ya dîplomatîk a Sûriyê şermezar kir.
    Di daxuyaniya wezaretê de wiha hat gotin: "Rûsyayê berî niha jî bal kişandibû ser wê yekê ku êrîşên terorîstan yên li ser niştîngehên Şamê û deverên din ên mirov lê dijîn, hovane ne. Di encama van êrîşan de her roj sivîl, jin û zarok jiyana xwe ji dest didin."

    Bi heman mijarî:

    Qeter keştiyên şer distîne
    Îranê siyasedmedarekî kurd bidarvekir
    Di operasyona Telaferê de krîza Heşdî Şebî
    Qeyûm 84 karker ji kar derxistin
    ÎRA: Tirkîye welatê rojnamevanên girtî ye
    Rojnamevanê frensî ku li Şirnexê hatibû binçavkirin hat girtin
    Wezareta Parastin a Rûsyayê nûçeya Reutersê derewand
    Etîketan:
    Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de