08:33 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Suriye-YPG

    Çekdarên HSDê ber bi avahiyên hikûmetê pêşve diçin: 15 kuştî

    © AFP 2017/ AHMED DEEB
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 12630

    Operasyona kontrolkirina bajarê Reqqayê bi hemû hêza xwe didome. Di şer û pevçûnên çend seetên dawî yên navbera çekdarên HSDê û DAIŞê de 15 terorîst hatin kuştin.

    Li ser dîwarekî Helebê logoya koma muxalîfên Sûriyê Ahrar'ş Şam
    © AFP 2017/ George OURFALIAN
    Li gorî çavkaniyên herêmî li taxa Berîd bajarê Reqayê, çekdarên HSDê ber bi herêma ku navendên hikûmetê lê hene ve pêşve diçin. Di encama şerê ku li wir rû da de 5 terorîstên DAIŞê ku yek ji wan xwekuj bû hatin kuştin. Herwiha li taxa Nezlit Şihadê jî di navbera çekdar û milîtanên DAIŞê de pevçûnên dijwar qewimîn, li wir jî 6 milîta hatin kuştin û celbilxaneya wan hat desteserkirin.

    Ji aliyê din ve li taxa Rewda jî 3 milîtanên terorîst û li taxa Deriye ya dikeve aliyê rojava jî 2 terorîstên DAIŞî hatin kuştin.

    Li gorî daneyên herêmî çekdar Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) li taxa Hîşam Bin Ebdulmelik a ku dikeve aliyê başûr, piştî ku herêma ewlehiya siyasî bi temamî hat kontrolkirin, herêm ji mayîn û teqemeniyên DAIŞê hat paqijkirin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Reqqa heta 3 mehan azad dibe’
    Rêya navbera Reqqa û Şamê hat kontrolkirin
    Piştî Reqqa bikeve, kî dê li wê derê bimîne?
    HSD: Rêya di navbera Reqqa û Dêra Zorê de hat qutkirin
    Wezîrê Parastin ê Tirkiyeyê: "Reqqa û Minbiç ne alternatîfê hev in"
    Etîketan:
    Operasyona kontrolkirina Reqqayê, DAIŞ, Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD), Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de