05:45 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Xalid el-Xatib

    Hedad: Peyamnêrê RTyê el-Xatib ê li Hûmsê can daye qareman e

    © RT .
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Balyozê Moskowê yê Sûriyê Riyad Hedad peyamnêrê Russia Today (RT) Xalid el Xatib ku li hûmsê di êrîşeke moşekan de can daye, wekî lehengekî canê xwe feda kiriye nirxand.

    Herwiha Gerînendeya Giştî ya Spûtnîk û RTyê Margarîta Sîmonyan jî ragihand ku dê her sal ji bo bîranîna el-Xatib xelateke navdewletî ya medyayê were dayîn.

    Hedad di merasîma ji bo Xalid el-Xatib hat lidarxistin de got, "Ew li deverên xeter xebitî û destê alîkariyê dirêjî xelkê xwe kir. El-Xatibê ku ji bo karê xwe canê xwe da, qaremanê me ye."

    Mihail Bogdanov
    © Sputnik/ Владимир Трефилов
    Hedad herwiha bi bîr xist ku di heman êrîşê de generalê Sûriyeyî Muhsîn Camîa jî jiyana xwe ji dest daye û sersaxî ji malbatên wan re xwest.

    Hedad êrîş û astengiyên li ser Spûtnîk û RTyê rexne kir û got, ti cudahiya yên êrîşî Spûtnîk û RTyê dikin û yên mueyîdeyan li ser datînin tune ye.

    Gerînendeya Giştî ya RT û Spûtnîkê Margarîta Sîmonyan jî ragihand ku dê her sal xelateke navnetewî ji bo Xalid el-Xetîb bê dayîn.

     

    Bi heman mijarî:

    Fûad Masûm: Referandûm nayê maneya serxwebûnê
    Rûsya: Mueyîdeyên Amerîkayê ji binî ve ne meşrû ne
    Li Hindistanê bebek ducanî hat dinyayê
    Rûsya, Îran û Koreya Bakur li dijî mueyîdeyên Amerîkayê dê koalîsyon ava bikin?
    Nêçîrvan Barzanî bi Sekreterê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê civiya
    Pence: ‘Trump destekê dide endamtiya Gurcistanê ya NATOyê’
    Etîketan:
    Rûsya, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de