17:53 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Koalîsyona dijê DAIŞê

    Di êrişa hêzên koalîsyonê de 60 sivîl hatin kuştin

    © AFP 2017/
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Hate ragihandin ku di êrişa hewayî ya li bajarê Dêra Zorê de 60 welatiyên sivîl mirine. Cîgirê Serokê Koalîsyona Neteweyî Hêzên Şoreşgerî û Muxalîfên Sûriyeyê Abdurrahman Mistefa ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku di operasyona hewayî ya hêzên koalîsyonê de gelek sivîl hatine kuştin û divê hêzê koalîsyonê di mijara sivîlan de bi baldarî tevbigere.

    Hikmet Durgun

    Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên pêbawer hatin wergirtin, balafirên şer ên hêzên koalisyona navdewletî ku Amerîka pêşengiya wê dike, di operasyona hewayîya li herêmên Eşare, Dewer, Şwet, Keşme û Ebûkemalê yên girêdayî Dêra Zorê de sivîl hatine hedefgirtin. Hate eşkerekirin ku di deman bombebarana çeperên DAIŞê de sivîl jî hedef hatine girtin û di encamê de jî 60 welatiyên sivîl hatine kuştin. Hat hînbûn k udi bombebaranê de 25 sivîl jî birîndar bûne, din av kesên mirî de jin û zarok jî hene.

    ‘DIVÊ HÊZÊN KOALÎSYONÊ DI MIJARA SIVÎLAN DE HESAS TEVBIGERE'

    Ji aliyê din ve Ajansa Dewletê ya Sûriyeyê SANAyê jî ragihand ku di êrişa hewayî ya balafirên hêzên koalisyona navdewletî ya li bajarê Dêra Zorê de 60 welatiyên sivîl hatine kuştin.

    Di derbarê mirina sivîlan de Cîgirê Serokê Koalîsyona Neteweyî Hêzên Şoreşgerî û Muxalîfên Sûriyeyê Abdurrahman Mistefa ji Sputnikê re axivî

    Mistefa balkişand ser mirina sivilên ku di êrişa hewayî ya hêzên koalîsyonê de û destnîşan kir ku kuştina sivîlan teqez nayê qebûlkirin û got: "Divê hêzên koalîsyonê di mijara sivîlan de hesas tevbigere. Ji bo di operasyonên li dijî DAIŞê de sivîl neyên kuştin û ez bo wê yeke bang dikim."

    Bi heman mijarî:

    Şerê di navbera komên cihadîst de dijwartir bû: Sivîl hatin gulebarankirin
    Dewlet xelkê sivîl li hemberî Pêşmerge bi çek dike
    ‘20 hezar sivîl di dorpêça mirinê de ne'
    Bîlançoya şer: Nêzî 6 hezar sivîl hatin kuştin û 10 hezar avahî jî hilweşiyan
    Etîketan:
    hewayî, kuştî, sivîl, êriş, Sputnik, Abdurrahman Mustafa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de