13:29 20 Cotmeh 2017
Zindî
    HSD

    Milîtan bi wesayîtên bombebarkirî êriş dikin: 30 kuştî

    © AP Photo/ Vivian Salama
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 20650

    Li gorî çavkaniyên herêmî, operasyona kontrolkirina bajarê Reqqayê bi hemû hêza xwe didome. Çekdarên HSDê herêma Ewlekariya Siyasî ya bajêr kontrol kirin.

    Operasyona kontrolkirina Reqqayê didome, çekdarên Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) herêma Ewlekariya Siyasî ya li taxa Hîşam Bin Ebdulmelik ku aliyê başûr ê Reqqayê ye kontrol kir. Di şerê hemû aliyên Reqqayê de 30 terorîstên DAIŞê hatin kuştin û 2 wesayîtên bomebarkirî jî hatin rûxandin.

    Di şer û pevçûnên kontrolkirina herêma Ewlekariya Siyasî de 9 milîtanên terorîst hatin kuştin, wesayîteke bomebarkirî ya DAIŞê jî hat rûxandin û gelek çek û cebilxane ketin destê şervanan. Li derdora Baxçeyê El-Bîstan a li taxa Hîşam Ebdulmelk şer didome.

    Herwiha li taxa Reqqa ya Kevn, şer li aliyê başûr ê Mizgefta El-Etîq derket. Di encama şerê li wê herêmê jî 8 terorîst û li taxa El-Rewda ya aliyê bakur rojhilatê bajar jî 3 terorîst hatin kuştin û wesayîteke bombebarkirî hat rûxandin. Di encama pêşveçûyînên çekdarên HSDê li taxa Nezli Şehadê ya aliyê başûrê Reqqayê de yek jê xwekuj 7 milîtan û li taxa El-Berîd a bakur rojavayê bajar jî 3 milîtan hatin kuştin.

    Bi heman mijarî:

    HSD: Me nîvê Reqayê ji DAIŞê paqij kir
    HSD amadekariya şerekî giran li Rojavayê Reqayê dike
    Amerîka: Ji sedî 30yê Reqayê hat rizgarkirin, HSD ji 4 aliyan ve pêşve diçe
    General Anderson: Wê HSD li demeke nêzîk Reqayê ji DAIŞê bistîne
    HSD: Artêşa Sûriyeyê êrişî çeperên me bike em ê bersivê bidin
    Etîketan:
    Operasyona kontrolkirina Reqqayê, DAIŞ, HSD, YPG, Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de