09:49 20 Cotmeh 2017
Zindî
    hsd-qsd-hsdê

    Berdevkê Hevpeymaniyê: Em tenê bi HSDê re kar dikin

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 6920

    Berdevkê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Fermandarê Amerîkî Ryan Dillion, ragihand ku ew ji xeynî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi ti komeke din re kar nakin.

    Ryan Dillon beşdarî weşana televizyona Rûdawê bû û got, ew ji xeynî HSDê bi ti hêzeke din re tevnagerin û hêzên hikûmetê jî di nav de ji komên din alîkariyê nastînin.

    Dillion diyar kir ku Reqa bi temamî ji aliyê HSDê ve hatiye dorpêçkirin û wiha axivî: "DAIŞê gelekî hewil da ku dorpêçê bişkîne. Milîtanan êrîşên bi wesayîtên bombebarkirî pêkanîn. Me ew êrîş beralî kirin. Derfeta ku DAIŞî ji bajêr derkevin tune ye."

    Fermandarê Amerîkî got ku HSD rizgarkirina sivîlan wekî erka sereke dibîne û diyar kir, "Çend xalên ku sivîl bikarin derkevin hene, lê ji bo DAIŞî nerevin xalên kontrolê hatine danîn."

    Dillion da xuyakirin, piştî rizgarkirina Reqayê ew dê rewşê binirxînin û heke li herêmên din ên Sûriyê DAIŞî hebin, ew dê berê xwe bidin ser wan.

     

    Bi heman mijarî:

    Trump biryar da: Tenê 10 rojan li ser kar ma
    Turkeş kete şûna Fîgen Yuksekdag
    Li Hindistanê lehî: 700 kes mirin
    Siyasetmedarê Îsraîlî bangewaziya piştgiriya 'serxwebûna Kurdistanê' kir
    Ji PAK û PDK-Bakur daxuyaniyên enfal û komkujiya Barzaniyan
    Etîketan:
    Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de